Serok Barzanî û Musena Samerayî danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê dikin

Serok Barzanî û Musena Samerayî
Serok Barzanî û Musena Samerayî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Ezimê dike û pê re danûstandinan li ser rewşa siyasî ya Îraq û deverê dike.

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 16.04.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Ezimê Musena Samerayî kir.”

Di wê hevdîtinê de, danûstandin li ser rewşa siyasî ya Îraqê û deverê hatin kirin û tekez li ser hevahengiya navbera aliyên siyasî yên Îraqê ji bo nehêlana arêşeyan û qebxwaziyan hatin kirin.