Asayiş: 4 çeteyên DAIŞê li kampa Holê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ragihand, di roja sêyemîn a operasyona li kampa Holê de 4 çete hatin girtin û hin çek hatin desteserkirin.
Li kampa Holê û derdora wê operasyona ewlekariyê ya ku ji aliyê hêzên asayişê ve li dijî şaneyên DAIŞê hatiye ragihandin di roja sêyemîn de ye. Operasyon bi piştevaniya şervanên QSD û YPJ’ê dewam dike.
Asayişê îro 20ê Nîsanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê ya li dijî şaneyên DAIŞê di roja xwe ya sêyemîn de didome. Di operasyonê 4 çete hatin girtin. klaşinkov, rextek û çend mermî jî hatin desteserkirin.”
Ev yek di çarçoveya hewlên jinavbirina şanên razayî yên DAIŞê û sînordarkirina çalakiya wê di nava kampê de tê, ku ew yek ji xalên ewlekarî yên herî metirsîdar li herêmê tê hejmartin.
Kampa Holê ku 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ye, ji yek ji kampê herî metirsîdar a li cîhanê ye. Malbatên DAIŞê tê de girtî ne û di bin kontirola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.