Hunermendekî navdar ê Siûdiyeyê stiranekê bi Mesrûr Barzanî dibêje

Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermendê navdar ê Siûdiyeyê Ebdilmecîd Ebdila para duyê ya stirana xwe li jêr navê Mesrûr Şanazî ye parve kir, ku di dema sê rojên borî de zêdetir ji milyonek û 150 hezar bîneran hebûne.

Ew stiran sozdarî û welatperweriyê diyar dike, ne tenê li nav cemawerê wî hunermendî belkî li nav xelkê Kurdistanê û xweşeviyên Kurdistanê jî.

Ew hunermend di stirana xwe de xweşiktiya Kurdistanê û destkeftiyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vedigêre, ku peyvên wî pirî hest û dilanî ne.

Hunermend Ebdilmecîd Ebdila evîna xwe ji bo axa Kurdistanê û şanaziya xwe bi wê pêşkeftina ku Herêma Kurdistanê di dema pênc salên borî de bi serookatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi dest xistiye diyar dike. Vîdyokilîpa wê stiranê bal kêşaye ser wê pêşkeftinê û herwesa bal kêşaye ser bizavên avedankirina Kurdistanê jî.

Tekista wê stiranê ya Ebdila Melhem û mûzîka wê jî ya Fayîz Seîdî ye, ku li destpêkê dibêje:

Bi evîneke rast û wekî dînan ji te hez dikim

Gerdûn dizane û zindewer jî dizanin

Ez bi hest ji te re stirîm, qedirgirano

Xelk jî fenanî min bi evîn ji te re distirê

Herwesa di wê stiranê de dubare dike

Ez Kurd im û ji axa Kurdan hez dikim

Ez bi evîna te dijîm

Tu Kurd î û dubare dikim tu Kurd î

Ez aşiqê te me

Ew stiran ne her tenê karekî hunerî yê gelek baş e, belkî ji bo pêşkeftina Kurdistanê bûye sirûdeke şanazî û spasdariyê jî, herwesa ew hunermend Mesrûr Barzanî wekî “mêrekî dilsoz ku te ji lûtkeyekê dibe lûtkeyeke din” wesf dike, ku amajeyeke hêmayî ye ji bo wan hemî pêngavên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li jêr serkirdetiya wî bi dest xistine.

Ew stiran li medyaya civakî bi awayekî berfireh hatiye belavkirin, çalakvanan û cemawerî jî haştagên xwe zêdetir di pilatformekê de parve kirine û bûye trend, vê yekê jî wesa kiriye ku bibe yek ji stiranên niştîmanî.

 
 
Fly Erbil Advertisment