Mesrûr Barzanî: Pirçandî hêz e ne asteng e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 23.04.2025) li nav merasîmên Roja Nimêja Niştîmanî li Kurdistanê gotarekê pêşkêş dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de bi germî bixêrhatina mêvanên merasîmên Roja Nimêja Niştîmanî li Kurdistanê kir û got, “Ji destpêka şaristaniyê ve, Kurdistan hêvên û cihê şaristanî û neteweyên cuda cuda bûye.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Di dîroka me ya nû de xelkê me bê cudahiya nejadî û neteweyî ji destê rijêma berê ya Sedam Hisên rûbirûyî gelek nexweşiyan bûye. Wî cudahî nekir, di navbera Kurd, Ereb, Tirkmen, Aşûrî û Ermeniyan de, ne jî di navbera Misilman, Kiristiyan û Êzidiyan de.”

Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend û cidî ye ji bo pêşxistina wî erkê pîroz û nûkirina bajar û bajarkên wêrankirî û di eynî demê de jî pêşxistina azadiya olî û pêkvejiyana olî û peydakirina aştiyê li her kujiyekê vî welatî.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî çalak ji bo çêkirina zêdetir mizgeft, dêr û peristgehan kar dike, ji bo ku hemî welatî bikarin bi azadî erkên xwe yên olî bi cih bînin. Perwerdeyê jî herwesa rolekî bibandor di darêtina paşeroja bihevrebûnê de heye.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Li Perleman, hikûmet û hemî dezgehên hikûmetê yên Herêma Kurdistanê, hemî pêkhate û olan nûnerên xwe hene û bi wî rengî berdewam dibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Pirçandîbûn ne asteng e, lê hêzek e. Ew hêzê dide avakirina Kurdistaneke geş û pêşketî.”

Endamê Parlamentoya Fînlandayê Peter Ostman, di hevpeyvînekê de ligel Kurdistan24, behsa merasîm û pêkvejiyana aştiyane ya di navbera ol û pêkhateyan de li Herêma Kurdistanê kir.

 

Deqa gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Xanim û Rêzdaran

Rêberên olî yên hêja

Hevalên hêja yên di Parlamanto û Hikûmetê de

Endamên hêja yên şandeyên dîplomatîk

Mêvanên hêja

Êvara we baş û bi germî bixêrhatina we hemûyan dikim bo yekemîn Taştêya Nimêja Niştimanî ya Kurdistanê.
Bi xêr hatin Kurdistanê. Bi xêr hatin bo wê axa ku bi sedan sal e banga nimêjê, zengilên dêran û sirûdên bêdeng ên ji perestgehên kevnar lê vedeng dane.

Şanaziyeke mezin û kêfxweşiyek e ku îro, bi amadebûna rêber û kesayetiyên olî, nûnerên civakan, dîplomat û şopînerên olên cuda, ez li pêşberî we rawestiyame. Amadebûna we rengvedaneke bihêz a giyanê Kurdistanê ye: Axa pêkvejiyana aştiyane, pirrengî û xwe ragirtinê.
Ji destpêka şaristaniyê ve, Kurdistan landika çand, ol û neteweyan bûye.

Deşt û gelî û çiyayên axa me şahidê peydabûn û pêkvejiyana gelek bawerî, netewe û civakên cuda bûne. Li vir gelek bawerî bi şêweyên xwe yên cuda geşe bûne. Gelên ji paşxanên neteweyî yên cuda mil bi milê hev, bi rêz û rûmet jiyane.

Di dîroka me ya nêzîk de, gelê me bêyî cudahiya neteweyî yan olî, rûbirûyî zehmetiyên mezin bûye. Rêjîma zordar a Seddam Husên cudahî nexist navbera Kurd, Ereb, Tirkmen, Aşûrî û Kildaniyan. Ne jî cudahî xist navbera Misilman, Xiristiyan û Êzidiyan. Kampanyayên wê yên tundûtûjî û komkujiyan hewl didan nasnameyan ji holê rakin û dengê wan kesan bibirin ku li dijî rêjîmê bûn.

Di dîrokeke hê nêzîktir de, careke din terorîstên hov ên DAIŞê bêyî cudahî êrîşî pêkhateyan kir. Dêr şewitandin, perestgehên Êzidiyan wêran kirin û xwîna mirovên bêsûc rijandin.

Lêbelê, di wan rojên reş de, giyanê Kurdistanê û gelê wê çok daneda. Pêşmergeyên qehreman, kur û keçên me rabûn ji bo parastina hemû pêkhateyan, ne wek leşkerên yek bawerî û neteweyekê, lê wek parêzvanên Kurdistan, Iraq û tevahiya mirovahiyê. Pêşmergeyên Misilman mil bi milê birayên xwe yên Êzidî û Xiristiyan şer kirin. Her yek ji wan amade bû rûbirûyî mirinê bibe, da ku li mizgeftan bang bê dayîn, li dêran zengil bên lêdan, perestgehên Êzidiyan bi rûmet bimînin û xelkê hemû baweriyan careke din bikaribin bi azadî û bê tirs îbadetên xwe bikin.

Îro Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê erka pîroz pabend e. Em ne tenê xanî û bajaran ji nû ve ava dikin, lê belê em soza xwe ya ji bo parastina azadiya olî, pêşxistina pêkvejiyanê û bihêzkirina aştiyê li her goşeyeke axa xwe nû dikin.

Em şanaziyê dikin ku bajarê Enkawa, li vir li Hewlêrê, wek yekane bajarê Xiristiyanan li Rojhilata Navîn ku geşe dibe û hejmara niştecihên wê zêde dibe; hejmara niştecihên wê ji sala 2011an ve du qat zêde bûye. Ev yek delîla pabendbûna me ya bi pirrengî û pêkvejiyanê ye. Di heman demê de, em veberhênanê di ji nû ve avakirina cihên pîroz ên xwişk û birayên xwe yên Êzidî de dikin, û herwiha em parastina mizgeft, dêr û perestgehên hemû civakên din jî dikin.

Li gel van sê baweriyên sereke yên min behs kirin, Kurdistan niştimana gelek olên din e jî, di nav wan de Kakeyî, Zerdeştî, Cihû û Behayî hene. Hikûmeta me bi awayekî çalak kar dike ji bo avakirina bêtir mizgeft, dêr û perestgehan, da ku em piştrast bin ku hemû welatiyên me xwedî maf in ku baweriya xwe bi awayekî eşkere û ewle bicih bînin.

Perwerde jî bi heman awayî roleke girîng di avakirina pêşerojeke lihevhatî û hevseng de dilîze, lewma em di programên xwendinê yên dibistanên xwe de çaksaziyan dikin, da ku rengvedana xwezaya rasteqîn, pirrengî û giştgîriya Kurdistanê bin. Em zarokên xwe ne tenê li ser kevneşopiyên wan fêr dikin, lê em wan li ser kevneşopiyên cîranên wan jî fêr dikin, da ku dema mezin dibin rêzê li hev bigirin û pirrengiya xwe bi hev re pîroz bikin.

Di Parlamanto, Hikûmet û saziyên giştî de, nûnerên hemû bawerî û neteweyan hene û ev yek dê bi vî rengî berdewam be. Ev pirçandî ne kêşe ye, belkî hêzek e ku em di avakirina Kurdistaneke aştîxwaz, demokratîk û geş de pişta xwe pê girê didin.

Dîtina me ji bo Kurdistanê zelal e: Herêmeke ku tê de xelkê hemû bawerî û neteweyan bikaribin bi azadî bijîn, bi temamî hevkariyê bikin û di pêşerojeke hevpar de hêviyê bibînin. Divê em cudahiyên xwe ne wek faktorên cihêkariyê, lê wek bingeha civakeke dewlemend, xwe ragir û lêborîn bibînin.

Cihê şanaziyê bû dema ku di sala 2021an de, Papa Francis serdana Hewlêrê kir û civîneke girseyî li Stadyuma Franso Herîrî li dar xist, ku bi hezaran kes tê de beşdar bûn. Di hevdîtinên min ên ligel wî yên li Hewlêr û li Romayê de, min pabendbûna wî ya bi aştî û lihevfêmkirinê dît. Em hemû bi koça dawî ya wî xemgîn in û em dua dikin ku mîrateya wî bibe handerê yekrêziyê di navbera hemû gelên cîhanê de.

Ji ber vê yekê em îro li vir kom bûne, di nav bawerî û niyeta baş de em gihiştine hev, em bi hev re dua dikin.

Em dua ji bo wan kesên bêsûc dikin ku hîn jî diêşin.
Em dua ji bo wan kesan dikin ku baweriya wan rastî êrîşan hatiye, lê qet têk neçûne.

Em dua ji bo giyanê parêzvanên xwe yên şehîd dikin.

Em dua dikin ji bo Kurdistanê, Iraqê, Rojhilata Navîn û ji bo cîhaneke wisa ku tê de ne hewce be, ti kes ji ber baweriya xwe, zimanê ku pê diaxive, yan jî welatê ku di dilê xwe de hilgirtiye, êşê bikşîne.

Em hêvîdar in ku ev yekemîn Taştêya Nimêja Niştimanî ya Kurdistanê bibe kevneşopiyeke ku peywendiyên di navbera me de xurtir bike û ji bo nifşên paşerojê bibe ronahiya yekîtî û baweriyê.

Spas, bila aştî û bereket li ser we hemûyan be.