Serok Barzanî: Pêdivîtiya çarekirina arêşeyan bi hevahengiya aliyên siyasî heye

Serok Barzanî û Parêzgerê Besreyê
Serok Barzanî û Parêzgerê Besreyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Besreyê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 24.04.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Parêzgerê Besreyê Eshed Îdanî kir.

Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de danûstandin li ser rewşa siyasî ya Îraqê û deverê hatine kirin.

Her li dû wê ragehandinê, tekez li ser hevahengiya navbera aliyên siyasî yên Îraqê jî hat kirin, pêxemetî derbazkirina arêşe û qebxwaziyan û parastina seqamgirî û vejandinê.

 
Fly Erbil Advertisment