Alaya nû ya Sûriyeyê li beranberî bingeha Neteweyên Yekgirtî hat bilindkirin

Şeybanî alaya nû ya Sûriyeyê bilind dike
Şeybanî alaya nû ya Sûriyeyê bilind dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî nemana rijêma Esed û rakirina alaya wî, ji bo cara yekê alaya nû ya Sûriyeyê li beranberî bingeha Neteweyên Yekgirtî li Nûyorkê hat bilindkirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî bi serdanekê li bajarê Nûyorkê ye, ji bo ku tevlî merasîmên bilindkirina alaya nû ya Sûriyeyê li beranberî bingeha Neteweyên Yekgirtî bibe.

Şeybanî herwesa tevlî civîneke Civata Ewlehiyê ya Navdewletî jî dibe. Heta niha diyar nîne ka gelo Şeybanî di serdana xwe de çavpêkeftinê bi berpirsên Amerîkayê re dike an na.

Şandeke bilind a Hikûmeta Sûriyeyê, ku ji Wezîrê Derve Eshed Şeybanî, Wezîrê Darayî Mihemed Yesir Birniye û Parêzgerê Banka Navendî Ebdilqadir Husriye pêk hatiye, ev çend roj in bi serdaneke fermî li Amerîkayê ye.

Hikûmeta Amerîkayê heta niha bi awayekî fermî itîraf bi Hikûmeta Sûriyeyê ya nû bi serokatiya Ehmed Şera nekiriye û sizayên li ser wî welatî jî ranekirine, tevî ku hin ji qeyd û bendên xwe bi awayekî demkî sivik kirine.

 
Fly Erbil Advertisment