Li bazara entîkeyan ya Stenbolê gelek şopên kurdî tên dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bazareke Stenbolê, her roja Yekşemê bi hezaran kelûpelên kevnare û dîrokî bi nirxeke erzan tên firotin. Li wî bazarî ji tezbîhan heta qelûn û guhar û gûstîlkan, ji cilên serbazî yên dema şerê cîhanê ya yekemîn heta şûrên dema Împaratoriya Osmaniyan bihezaran kelûpelên dîrokî tên firotin. Di bazarê de şopên dîroka Kurdî jî ne kêm e.
Heke mirov ji bo vî cihî bêje amûrê demê, dê ne penaseyek şaş be. Lewra ji nalên hemamê yên dusedsalî heta şûr û çekên biagir, ji guhar û gûstîlkan heta tezbîh û qelûnan, bihezaran kelûpelên kevnare an jî dîrokî li vî bazarî tên nîşandan ji bo firotinê.
Kelûpelên ku dem nekariye kevin bike, di destê Entîkefiroşan de tên parastin û paşê digihjin hejêkerên van core kelûpelan.
Entîkefiroş Solmaz Gûzel: “Xelk dema pîr dibin, an jî dizewicin an jî dema mala xwe bar dikin dixwazin tiştên xwe bifroşin ku di nava wan de kelûpelên kevin jî hene. Tînin vir. Em ji wan dikirin û difroşin heyranên Entîkeyan. Ji bilî welatiyên Tirkiyeyê gelek geştiyar jî tên vir. Ji welatên Erebî heta Ewropa û Avusturalyayê geştiyar tên vir. Li vir gelek tiştên dîrokî hene. Lê çanda Kurdî kevnartir e û tiştên di derheqê Kurdan û Kurdî de jî li vir hin caran tê peydakirin.”
Entîkefiroşek jî kelûpelên kevin ku ji kar ketine, bi hewil û hizrên nûjen careke din çalak dike. Li gor wî hemû nimûneyên wî bêhempa ne û heta niha çi Entîkefiroşek karek wiha nekiriye.
Entîkefiroş Cenk Sîpahî: “Ez tiştên kevin nûjen dikim. Ez hewil didim bîranînên xelkî yên li ser kelûpelên kevin careke din zindî bikim. Wekî mînak ev ansîklopediya kevin a Brîtînîka ye. Min cîlda wê derxist û cam xist li ser. Min paşê çapeke transer li ser zêde kir, textek li derûdora wê kir û bi ronahiyê xemiland. Ev e jî seeta elektirîkê ya salên 1980an e ku min ronahiyek daniye ser. Evana jî glopên traktorên kevin in ku min ew jî careke din daye karkirin. Min dema ev berhem anîn, min hewil de nimûmeyên wan li çi cihî nebin.”
Rastiyeke diyar e ku di dîroka Împaratoriya Osmaniyan de gelek şopên Kurdan jî hene û hin hejêkiriyên Kurd ên Entîkeyan jî ketine pey wê şopê û dema tiştek di derheqê Kurdan û Kurdî de dibînin kelecan dibin û hewil didin ku bikirin.
Welatî Mirad: “Ez wekî Kurdekî şopa Kurdên ku jiyana xwe li Stenbolê derbas kirine digerim. Ev e, çi pirtûk bin, çi amûrên folklorê bin, çi amûrên dîrokî bin, çi amûrên şer û pevçûnê bin, wekî xencer, wekî çek, ez bibînim dikirim. Min îro ev pirtûka Kurdî ya bi navê Aşiq û Maşûq kirî.”
Bazara Entîkeyan li Bomontiya gîrêdayî bajarokê Şîşliyê ye û tenê rojên Yekşeman vekiriye.