1 Gulanê li Stenbolê: Rê hatine girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 1ê Gulanê, Roja Karkeran a Cîhanî li bajarê Stenbolê ji bo pêşî li kombûn û xwepêşandanên karkeran bê girtin, piraniya rêyên sereke hatin girtin. Medyaya Tirkiyeyê ragihand, hemû rêyên ku diçin Qada Teqsîmê hatine girtin. Herwiha hat eşkerekirin ku li navçeyên Teqsîm, Beşîktaş û Şîşliyê tedbîrên ewlehiyê gihiştine asta herî bilind.

Li Tirkiyeyê her sal di 1ê Gulanê de, karker li gelek qadan kom dibin û maf û daxwazên xwe tînin ziman.

Peyamnêrê K24 li Stenbolê da zanîn, tevî tedbîran jî, bi dehhezaran karker li Stenbolê bi piştgiriya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl daketine kolanan.

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Stenbol Murat Kalmaz di nava xwepêşanderan de ji K24 re axivî û got: “Karker îro ji bo daxwaza mafên xwe hatine kolanan. DEM Partî û gelê Kurd Roja Karkeran a Cîhanî pîroz dikin.

Kilic herwiha bal kişand ser girîngiya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û got, ev yek ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê girîng e. Herwiha domand: “Îro em ji bo aştî, demokrasî, başkirina aboriyê û mafên jinan dengê xwe bilind dikin.”

Hevserokê DEM Partiyê destnîşan kir, çareserkirina pirsa Kurd dê bibe sedema çareserkirina pirsgirêkên aborî û kêşeyên din ên li Tirkiyeyê. Bi çareserkirina pirsa Kurd, hemû pirsgirêk û kêşeyên din ên Tirkiyeyê jî dê çareser bibin.”

Kilic bang li hemû hêz û aliyên Tirkiyeyê kir ku bersivê bidin banga aştiyê ya Ocalan, da ku Tirkiye bibe welatekî demokratîk û got ku ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê derfeteke mezin e.

 

 
Fly Erbil Advertisment