Şewateke mezin li bajarê Meşheda yê Îranê çê bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Peywendiyên Giştî yên Bergiriya Şaristanî û Agirvemirandina Îranê ragehand, “Agir berbû kargeheke motosikilan li navenda bajarê Meşhedê yê girêdayî parêzgeha Xorasana Rezewî li başûrê Îranê.”

Birêveberê Giştî yê Berigiriya Şaristanî ya Bajarê Meşhedê ragehand, “Çend tîm ji deverên cuda cuda bo cihê wê şewatê hatin şandin, ku dikevin ser rêya Nebî Azemê.”

Dûkela wî wî agirê ku berbûye wê kargeha motorsikilan li derve tê dîtin. Birêveberê Giştî yê Berigiriya Şaristanî ya Meşhedê got, “Agir berbûye tayer û kartonan li rûberê çar hezar metrên çargoşeyî li wê kargehê. Tîmên agirvemirandinê jî heta niha bizavê dikin ku wî agirî kontriol bikin.”

Ev di demekê de ye ku ajansên nûçeyan ên Îranê li roja 26.04.2025ê parve kiribû, “Teqîneke bihêz ku gundên derdorê jî hejandine li benderê Şehîd Recayî yê Bender Ebasê li başûrê rojavayê Îranê çê bûye û zirareke zêde gehandiye wî benderî.”

Wezîrê Navxwe yê Îranê Eskender Muminî jî li roja 28.04.2025ê ji medyayên welatê xwe re gotibû, “Teqîna Benderê Recayî ji ber xemsarî û pabendnebûna bi qanûnên silametiyê rû da.” Amaje jî dabû, “Ew kesên ku ji wê teqînê berpirsyar in hatine dîtin û ji bo lêkolînê hatine daxwazkirin.”

Li dû dawî zanyaran, 70 kes di teqîna Benderê Recayî yê Bender Ebasê de mirine û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

 
Fly Erbil Advertisment