Xalid Şiwanî: Çi skaleyek parêzgehbûna Helebceyê hilnaweşîne

Xalid Şiwanî
Xalid Şiwanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Dadê yê Îraqê ragehand, “Ez wesa nafikirim ku çi skalayek li dadgehê bibe sedema hilweşandina parêzgehbûna Helebceyê. Eger tiştekî wesa biqewime, em bi hemî bizavên xwe bergiriyê ji parêzgehbûna Helebceyê dikin.”

Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî îro (Duşem, 05.05.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Ji îro ve li dû qanûna hejmar 7 a sala 2025ê, parêzgehbûna Helebceyê tê naskirin û dest bi bicihanîna wê tê kirin. Piştî derxistina mersûmê jî ji aliyê Serokkomarê Îraqê ve li heftiya bê, tevaya desthilatên Îraqê tên rênimayîkirin ji bo serederîkirinê bi Helebceyê re wekî parêzgeheke serbixwe û parêzgeha 19ê ya Îraqê.”

Xalid Şiwanî herwesa got, “Ez wesa nafikirim ku çi skalayek li dadgehê bibe sedema hilweşandina parêzgehbûna Helebceyê. Eger tiştekî wesa biqewime, em bi hemî bizavên xwe bergiriyê ji parêzgehbûna Helebceyê dikin.”

Helebce wekî biçûktirîn parêzgeha Herêma  Kurdistanê tê hesibandin, niha rûberê wê 2.8% ya rûberê Herêma Kurdistanê pêk tîne. Berî êrîşa kîmyayî li sala 1988ê, şêniyên Helebceyê nêzî 70 hezar kesan bûn, lê niha nêzî 145 hezar kesan in. Ev di demekê de ye ku, hejmara şêniyên Herêma Kurdistanê gehiştiye şeş milyon û 370 hezar kesan.

Pişka Helebceyê di budceya Herêma Kurdistanê de ji bo sala 2023ê dibe nêzî 375 milyar û 460 milyon dînaran, divê her ji budceyê pere bo xerciya bikarxistin û kargêriyê bê terxankirin, ji wan jî bo damezrandina Civata Parêzgehê û desteyên xwecihî û pêşxistina jêrxane û xizmetkariyan.

 
Fly Erbil Advertisment