Serokwezîr Mesrûr Barzanî Pêşangeha Geştiyariyê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Sêyemîn Pêşangeha Geştiyariyê ya Rojhilata Navîn li bajarê Hewlêrê vedike.

Merasîma vekirina pêşangehê îro 6ê Gulanê demjimêr 11:00 dest pê dike ku gelek kom û komeleyên geştiyariyê yên li Rojhilata Navîn tê de beşdar dibin û dê heta 8ê Nîsanê berdewam bike.

Pêşangeha Giştiyariyê ya Rojhilata Navîn (METEX 2025) dê cara sêyemîn li Hewlêrê, were vekirin ş ew wekî mezintirîn pêşangeha geştiyariyê li Iraq û herêmê tê hejmartin.