Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Şêwirmendê Almanyayê yê nû dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Friedrich Merz dike, ku wekî Şêwirmendê Almanyayê yê nû hatiye hilbijartin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 06.05.2025) li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê di peyamekê de pîrozbahî li Şêwirmendê Almanyayê yê nû Friedrich Merz kir.
Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, “Ez piştrast im ku serkirdetiya we derfetên nû ji bo bihêzkirina hevpariyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê çê dike.”
Piştî bidestxistina 325 dengên endamên perlemanê, Serokê Partiya Parêzgerên Almanyayê Friedrich Merz îro (Sêşem, 06.05.2025) bû Şêwirmendê Almanyayê yê nû.
Congratulations @_FriedrichMerz on your election as the new Chancellor of Germany.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) May 6, 2025
I’m confident your leadership will open new opportunities to strengthen the partnership between the Kurdistan Region and Germany.