Îsraîl gefê li Îranê dixwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yisrael Katz, gefên tund li Hûsiyên Yemenê xwarin û ragihand, eger ew di êrîşên xwe yên mûşekî de li ser Îsraîlê berdewam bin, Îsraîl dê bersiveke tund bide û derbên giran li wan bixe.

Yisrael Katz di daxuyaniyekê de got: “Tiştê ku Îsraîlê li hember Hûsiyan kiriye, dê li hember Îranê jî bike” û amaje bi êrîşên ku du roj berê li dijî çeperên Hûsiyan li Yemenê hatibûn destpêkirin, kir.

Tekez kir jî, Îsraîl xwedî şiyana xweparastinê ye û dê bê dudilî bi hêzên xwe li hember her gef û dijminekê bisekine. Herwiha got: “Tiştê ku me li Beyrûtê li dijî Hizbullahê, li Xezzeyê li dijî Hemasê, li Şamê li dijî Esed û li Yemenê li dijî Hûsiyan kir – em ê li dijî Tehranê jî bikin.”

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî piştrast kir, “welatê wî xwedî şiyana xweparastinê ye.” Netanyahu di vê çarçoveyê de amaje bi rêkeftina ku tê gotin di navbera Amerîka û Hûsiyan de bi navbeynkariya Siltanatiya Omanê pêk hatiye, kir.

Wezîrê Derve yê Omanê Bedir Elbûseîdî roja Sêşema borî ragihandibû ku di navbera Hûsiyan û Amerîkayê de agirbestek pêk hatiye û gotibû, “Ti aliyek êrîşî aliyê din nake, di nav de keştiyên Amerîkî yên li Deryaya Sor û Tengava Bab el-Mendeb.” Lêbelê, serkirdeyên Hûsiyan ev rêkeftin red kirin û ragihandin ku ti lihevkirinek çênebûye û ev îdîa “ji rastiyê dûr e.”

 
Fly Erbil Advertisment