Israîlê embareke rêkxistina UNRWAyê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî ajansekê, balafirên şerî yên Îsraîlê embareke Neteweyên Yekgirtî bombebaran kir, ku di encamê de 4 kes hatine kuştin.
Ajansa France Pressê îro (Şemiyê, 10ê Gulana 2025ê) parve kir, “Balafirên şerî yên Îsraîlê embareke UNRWAyê ya Neteweyên Yekgirtî li devera Cebaliyayê mûşekbaran kir.
Her li dû wê ajansê, di encama wê bombebaranê de herî kêm 4 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî di wî warî de ragehand, di şerê navbera Hamas û Îsraîlê de, ji destpêka wî şerî heta niha, hejmara kuştiyên Filistînî gehiştiye 52 hezar û 760 kesan, herwesa 119 hezar û 264 kes jî birîndar bûne.