Erdhejeke bihêz başûrê rojavayê Çînê hejand

Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû Navenda Torên Erdhejan a Çînê, seet 05:11 ê sibeha îro (Duşem, 12.05.2025) erdhejeke bihêz bi 5.5 pileyên Rîxterê devera Laziyê ya bajarê Şîgazê yê başûrê rojavayê Herêma Şîzangê ya xweser a Çînê hejand.

Ajansa Xinhuayê ya Nûçeyan parve kiriye ku, navenda wê erdhejê li 28.91 pileyên paniyê yên bakur û 87.54 pileyên dirêjiyê yên rojhilatê hatiye diyarkirin.

Navenda Torên Erdhejan a Çînê ragehand ku, ew erdhej di kûrahiya 10 kîlometran de çê bûye.

Desthilatdarên xwecihî li devera Laziyê ragehand ku, “ew erdhej bihêz bûye û pareke şêniyên wê derê hest pê kiriye.”

Piştî wê erdhejê jî, wê parêzgehê yekser dest bi bicihanîna rêkarên pêdivî kiriye, li hemî bajar û bajarkan jî helsengandinê dike.

Tîmên agirvemirandinê û hawarhatinê li devera Laziyê keftine di rewşa amadebaşiyê de û heta niha jî çi nûçeyek li ser herifîna avahiyan û zirarên canî nebûye.

 
Fly Erbil Advertisment