Ji ber kêmbaraniyê nêzîkî nîvê berhema genim a Dihokê kêm bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber kêmbaraniya îsal û keşûhewaya ne libar, zêdetir ji sedî 40ê berhemê genimê cotkarên parêzgeha Dihokê ziyan dîtine. Rêveberiya Çandiniyê ya Dihokê jî ji bo ku zevî ji hişkesaliyên werin rizgarkirin, elektrîka zêdetir daye cotkaran.
Hesen Elî, cotkarekî ji Deşta Sîlêvanê ya ser bi parêzgeha Dihokê ye, îsal li ser rûberê nêzîkî 100 donim zevî genim çandibû ji peyamnêrê K24ê re got: "Kêmbariya baranê ya îsal bûye sedem ku genimê me wek pêwîst hêşîn nebe. Me nêzîkî 10 milyon dînar ziyan dîtiye, ji ber ku me genim û kîmyewî (gubre) kirîbû û heqê traktorê dabû. Bi giştî, berhemê genimê salên borî gelek baştir bû, îsal piraniya cotkaran ziyan dîtine."
Heta niha li parêzgeha Dihokê nêzîkî 300 mîlîmetre baran bariye, di demekê de ku heman dema sala borî, nêzîkî 1000 mîlîmetre baran barîbû. Li gorî pîvanên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her salek ku kêmtirî 350 mîlîmetre baran bibare, ew sal wek 'hişkesalî' tê binavkirin.
Li parêzgeha Dihokê genim li ser rûberê 945 hezar donim zevî hatiye çandin, lê tenê 345 hezar donim ji vê zeviyê hatiye avdan. Li gorî vê yekê, tê texmînkirin ku nêzîkî 100 milyar dînar ziyan bigihêje cotkarên parêzgehê.
Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Dihokê Ehmed Cemîl ji K24ê re got: "Li gorî sala borî, îsal ji sedî 75 kêmtir baran bariye, ev yek jî rasterast bandor li ser geşbûna genim kiriye. Bandor li gorî herêmên Dihokê cuda ye, lê li qezaya Sêmêlê bandor zêdetir xuya bûye. Me biryar daye ku em demjimêrên zêdetir elektrîkê bidin wan cotkaran ji bo avdana berhemên xwe, ji ber ku ew pişta xwe bi çavkaniyên xwe yên avê girê didin."
Berhemê genimê sala borî yê parêzgeha Dihokê nêzîkî 400 hezar ton bû, lê ji ber kêmbaraniyê, tê pêşbînîkirin ku berhem îsal ji sedî 40 kêm bibe.