Li Kerkûkê dest bi wergirtina genimê cotkaran hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Kerkûkê dest bi wergirtina genimê cotkaran ji bo demsala îsal hat kirin. Rêveberiya Çandiniyê ya parêzgehê pêşbînî dike ku berhema genimê îsal zêdetirî 460 hezar tonî be.

Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Teha di konferanseke rojnamevanî de ragihand: "Îro, 25.05.2025, dest bi wergirtina genimê cotkarên sînorê parêzgehê hate kirin û heta genimê cotkarekî li Kerkûkê bimîne, dê proses berdewam bike."

Rêbiwar Teha da zanîn, genimê cotkaran dê li çar sîloyên li navenda Kerkûkê, Taze Xurmatû, Hewîce û Riyazê bê wergirtin. Herwiha got, cotkarên hemû navçe û nahiyeyên parêzgehê li ser van çar sîloyan hatine dabeşkirin, da ku di dema radestkirina genim de pirsgirêk û qerebalix çênebin.

Parêzgarê Kerkûkê behsa wê yekê jî kir, "forma îsal ji bo wergirtina genimê cotkaran hatiye amadekirin, armanc jê parastina cotkaran û cudakirina wan ji bazirganan e, da ku maf û keda cotkaran bê parastin. Herwiha ev form li ser hemû bazgehên ewlehiyê û aliyên pêwendîdar hatiye belavkirin û dê hemû pê pabend bin."

Destnîşan kir jî, pirsgirêka wan cotkarên ku li derveyî plana çandiniyê genim çandine jî hatiye çareserkirin û dê genimê wan jî wek cotkarên din bi nirxê fermî bê wergirtin.

Di heman demê de, Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Kerkûkê Îsam Ubêdî ji K24ê re ragihand: "Rûbera tevahî ya erdê ku li sînorê parêzgeha Kerkûkê di çarçoveya plana çandiniyê ya îsal de bi genim hatiye çandin, nêzîkî 560 hezar donim e û em pêşbînî dikin ku berhem zêdetirî 460 hezar tonî be."

Hat diyarkirin, ji bo çandina genimê di sala 2025an de li seranserê Iraqê 5 milyon û 100 hezar donim erd di nava plana çandiniyê de ye. Li gorî biryara Encûmena Wezîran a Iraqê, genimê ku bi rêbazên nûjen ên avdanê hatibe berhemanîn dê her tonek bi 850 hezar dînarî bê kirîn, lê genimê ku bi rêbazên kevn hatibe avdan dê her tonek bi 800 hezar dînarî bê wergirtin.

 
Fly Erbil Advertisment