Kalkan: Ji bilî Ocalan ti kes nikare çekan bi PKKê bide danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Desteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan, di daxuyaniyekê de ragihand, heta niha ji bo ewlekariya "pêvajoyê" ti sererastkirineke yasayî ya biçûk jî nehatiye kirin û tekez kir ku pêvajo bi gavên yekalî û daxuyaniyên ji niyeta baş birêve naçe.
Duran Kalkan îro 29ê Gulanê got: "Di halê hazir de sererastkirineke yasayî ya biçûk a ji bo ewlekirina pêvajoyê nehatiye kirin. Lê belê pêvajo bi gavên yek alî yan jî tenê bi daxuyaniyên ji nêta baş nameşe. Pêwîstî bi gavên beramberî hev heye."
Kalkan da zanîn, pêwîst e desthilatdarî (hikûmet) gavên cidî ji bo pêvajoyê biavêje.
Herwiha Kalkan destnîşan kir, PKKê biryar daye ku cîbicîkirina biryarên kongreyê, bi kar û xebata azad a Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got: "Birêvebirina pêvajoya danîna çekan tenê bi Ocalan bi xwe pêkan e û eger azadiya xebatê ji bo wî neyê misogerkirin, PKK dê ti gaveke pratîkî neavêje."
Endamê Desteya Rêveber a PKKê bi tundî tekez kir ku ji bilî Ocalan ti kes nikare çekan bi PKKê bide danîn.
Kalkan di beşeke din a daxuyaniya xwe de got, "desthilatdarî ti cidiyeteke wê nîne" û ji ber vê yekê, ew wek PKKê "di biryardanê de lezê nakin."