Qayimqamê Pêncwînê: Di teqîna mînekê de li Pêncwînê 10 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Di teqîna mînekê de li Pêncwînê, 10 karker birîndar bûn û hin ji wan birîndaran ji bo nexweşxaneyê li bajarê Silêmaniyê hatin veguhastin.

Birêveberê Navenda Rizgarkirinê ya Lezgîn a Silêmaniyê Saman Nadir îro (În, 30ê Gulana 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Di teqîna mînekê de li bajarkê Pêncwenê, 10 kes birîndar bûn.”

Saman Nadir herwesa got, “Şeş ji wan kesan di rewşeke baş de ne û li nexweşxaneya Pêncwînê têne çarekirin, du birîndarên din jî ji bo nexweşxaneya Şarê hatine şandin.”

Qayimqamê Navçeya Pêncwînê Hêmin Îbrahîm li ser vê rûdanê ji Kurdistan24ê re ragihand, “Îro danê sibê li nav zeviyeke zebeşan li gundê Kêloyê mînek bi 10 kesan ve teqiya, lê rewşa du ji wan baş e û nebirine nexweşxaneyê.”

Hêmin Îbrahîm herwesa got, “Tevaya wan karkeran Kurd in û şêniyên bajarkên Şarezûr û Seyîd Sadiqê in. Di dema bêhnvedana xwe de, ew di bermayîkên şerî xebitîne û bi wan ve teqiyaye.”

Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, ew cihê ku ew bûyer lê qewimiye erdê çandinê ye û cotkar her sal wê ji bo meremên çandinê bi kar tînin. Di dema teqîna wê mînê de, hejmareke karkeran dixebitîn û di wê teqînê de deh kes birîndar bûn.

 
 
Fly Erbil Advertisment