Serok Barzanî: Çareseriya pirsgirêkên Iraqê pabendbûna bi bingehên hevparî, hevsengî û hevdengiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Baregayê Barzanî ragihand, “Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 1ê Hezîrana 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya şandeke serokeşîr, şêx, kesatî û rûspiyên Erebên parêzgeha Neynawayê kir.”

Şanda mêvan di wê hevdîtinê de spasiya gelê Kurd û Serok Barzanî kir ku di rojên tengaviyan û şerê li dijî terorîstan de mêvandariya bi sedan hezar awareyên Iraqê ji Parêzgeha Neynawayê û parêzgehên din ên Iraqê kir, spasiya hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê jî kir ku pareke zêde ya deverên parêzgeha Neynawayê ji bin destê terorîstên DAIŞê azad kir û ragihand ku, ew dê wan helwestên dîrokî qet ji bîr nekin û dê di bîra nifşên wan ên paşerojê de jî bimînin.

Kesên ku tevlî wê civînê bûbûn, tevî ku bal kişand ser tenahî û vejîna Herêma Kurdistanê, daxwaza kir ku hevahengî, hevkarî û yekîtî di navbera parêzgeha wan û Herêma Kurdistanê de hebe.

Di pareke din a wê civînê de, şanda mêvan behsa arêşe û pirsgirêkên şêniyên Neynawayê û rewşa aborî û xizmetkariyên wê parêzgehê ji Serok Barzanî re kir û daxwaza kir ku di qonaxa bê ya pêvajoya siyasî ya Iraqê de nûnerîtiyek rastîn kir û nexweşî û pirsgirêkên bidawî bên.

Her di wê civînê de, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina şanda mêvan kir û di axaftina xwe de, tevî ku ku amaje da dîroka nakokiyên di navbera gelê Kurdistanê û hikûmetên Iraqê de, tekez kir ku cihê şanaziyê ye ku nakokiyên di navbera gelê Kurdistanê û hikûmetên Iraqê de qet nebûye sedema peydabûna nakokiyan di navbera gelê Iraqê de.

Serok Barzanî tekez jî kir ku Iraqa piştî sala 2003ê li ser bingeha hevparî, hevsengî û hevdengiyê di çarçoveya destûrê de hatiye damezrandin û tenê rêya çareserkirina pirsgirêkên Iraqê pabendbûna hemî aliyan bi wan bingehan e.

Serok Barzanî piştevanî û dilsoziya xwe ji bo daxwaz û pirsgirêkên xelkê parêzgeha Neynawayê ragihandin û tekez jî kir ku, divê rê bê dan ku şêniyên Neynawayê biryar û çarenivîsa xwe hebin.

 

 
 
 
Fly Erbil Advertisment