Amadekariyên cejnê li Diyarbekirê: Ne welatî razî ne û ne jî esnaf
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ber bi Cejna Qurbanê ve bazarê de çûnûhatin heye, lê esnaf bi gilî ne ku danûstan ne wek berê ye. Sûka Sakaryayê ya navdar jî ji dezgehên esnafan û ji welatiyan tije buye lê danûstan ne di wê astê de ye ku welatiyan û esnafan keyfxweş bike. Welatî dibêjin ji ber bihabûnê dagata wan têra wan nake ku amadekariyek bi dilê xwe bikin.
Sûka Sakaryayê ya navdar a li navçeya navendî ya Diyarbekirê, Rezanê cih digire. Li Diyarbekirê ev Sûk di nêzîkbûna cejnan de yek ji navendên girîng e ku welatî têne vêderê bo cejnê danûstanê dikin û amdekariyên xwe pêk tînin. Esnaf jî li bendê ne bi nêzîkbûna cejnê danûstanek zêde bibe da ku dahatek berketî bi dest bixin lê esnaf bi gilî ne ku danustana cejnê ne wek salên derbasbuyî ye.
Esnaf Nasir Mîmoza: “Ne wek cejnên berê ye lê dîsa jî şikrê xwede em tiştên xwe difiroşin.”
Esnaf Ramazan Gencer: “Bazar sekiniye, wek cejnên berê danustan nabe lê dîsa jî şikrê xwedê, tîşortek difiroşin 50 lîre, em li gorî xîzaniyê difroşin.”
Esnaf Miheme Candan: “Karê me nabe, em nizanin emê çi bikin, bazar rawestiyaye.”
Welatiyên ku bo amadekariya cejnê berê xwe dane bazarê jî ji bihayan bi gilî ne, welatî dibêjin ji ber ku her ku diçe bihayên kelupelên cejnê zêde dibin lê dahata wan wek xwe dimîne ew nikarin dansutanek bi dilê xwe bikin.
Welatî Milazim Aksû: “Ez ji kar hatim, ez karê înşaatê dikim, min 24 hezar lîre xerç kir û evqas pere min ma, gelek biha ye, ezê pêlava xwe ya berê li xwe bikim.
Welatî Xecê Çelîk: “Tiştek nayê standin, gelek buha ye.”
Welatî Mihemed Demîr: “Min hîn tiştek nestandiye, buha ye, tiştek nayê standin.”
Welatî Mehmed Demîralp: “Bazar qerebazlix e buha ye, xwedê alîkarê xîzanan be.”
Sûka Sakarya, sûka herî erzan a Diyarbekirê ye, lê dîsa jî welatî ji buhayan bi gilî ne û esnaf jî ji nebûna danûstanê bi gilî ne, her sal jî li gorî sala borî rewş xiraptir dibe.