Ehmed Kaya: Pêvajoya Aştiyê ne zelal e, divê PKK biryara Ocalan bicîh bîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Însan û Azadiyê Ehmed Kaya, ji K24ê re rewşa dawî ya pêvajoya aştiyê û çareseriyê li Tirkiyê nirxand. Kaya bal kişand ser nezelaliya nav û naveroka pêvajoyê, girîngiya banga Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan, û rola PKKê di vê çarçoveyê de.

Kaya destpêkê amaje bi wê yekê kir, di naveroka pêvajoyê de jî hinek alozî hene û gavên ku tên avêtin carinan têr nakin an jî hin gavên pêwîst nayên avêtin, ku ev yek dibe sedema fikaran û alozîyan.

Derbarê helwesta hikûmetê de, Kaya daxuyaniya Serokkomar Erdogan a ku gotibû "em ê fersendê nedin kesên ku bixwazin pêvajoyê têk bibin" wek "gotineke hêja û biqîmet" bi nav kir û got, "Heta niha her du alî jî di vê warê de îradeyeke xurt didin nîşandan ji bo domkirina wê û ji bo ku têk neçe."

"Divê PKK bê şert çekan deyne"

Serokê Partiya Însan û Azadiyê bi bîr xist ku Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bi awayekî "pir zelal" bang kiribû ku "şert û mercên tekoşîna çekdarî qediya" û divê PKK kongreyekê li dar bixe û "bê şert û merc" çekan deyne. Kaya destnîşan kir, niha divê PKK biryarekê bide: "PKK yan wê bi Abdullah Ocalan re di vê warê de hemfikir be, bêje ku 'belê rast e, li Kurdistana Tirkiyê êdî ji bo tekoşîna sîlahê rewate nemaye', yan jî wê ne hempar be. Ji herduyan gerek yekê bibijêre."

Kaya got jî, eger PKK ji bo danîna çekan şert û mercan deyne, ev yek "derveyî bangewaziya Ocalan" e û nîşan dide ku "di navbera wan û Rêberê PKK Ocalan de jî nakokiyek heye."

"Pêwîstî bi komîsyoneke fermî û baweriya gel heye"

Ehmed Kaya tekez kir, ji bo serkeftina pêvajoyê û dûrketina ji metirsiyan, divê ew ji têkiliyên şexsî wêdetir biçe û bi rêya komîsyoneke fermî ya parlamentoyê û bi bingeheke yasayî û destûrî bê meşandin. "Divê evan metirsî ji holê rabin, da ku rê û rêbazên vê pêvajoyê zelal bibin. Hem gel jî van gavan bibîne, hêviya wî xurt bibe, tê de bawerî çêbibe. Lewra di van pêvajoyan de, baweriya gel û hêviya gel pir tiştekî muhîm e."

Kaya hişyarî da ku eger pêvajo bi vî rengî neyê meşandin û baweriya gel pê çênebe, "destê derve, yên ku vê pêvajoyê naxwazin here serî û encam bigre, dê bikevin dewrê, êdî pêvajo lawaz dibe û ew pêvajo têk diçe."

Herwiha, Kaya amaje bi rola "aktorên mezin" ên navneteweyî û herêmî kir û got ku pêşeroja pêvajoyê bi helwesta van hêzan û geşedanên li herêmê ve jî girêdayî ye. Got jî, ku hin dewletên herêmî "naxwazin Kurd muxateb bigrin û pirsgirêka wan çareser bikin" û ev yek jî metirsiyek li ser pêvajoyê ye.

 
 
Fly Erbil Advertisment