Raîd Fehmî: Mûçexurên Herêma Kurdistanê bûne rehîneyên pirsgirêkên siyasî
Navenda Nûçeyan (K24) - Sekreterê Partiya Komunîst a Iraqê dibêje ku, pêşketina Herêma Kurdistanê bi pêşketina tevahiya Iraqê re wekhev e. tekez jî dike ku, divê her kes bigihîje wê bawerê ku bicihanîna rastîn a federalîzmê hêvênê çareserkirina pirsgirêkan e.
Sekreterê Partiya Komunîst a Iraqê Raîd Fehmî îro (Sêşemê, 3ê Hezîrana 2025ê) taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, “Tê hîskirin ku welatî û mûçexurên Herêma Kurdistanê bûne rehîneyên pirsgirêkên siyasî. Divê cudahîyeke tevav di navbera pirsgirêkên siyasî û qûtê welatiyan de bê kirin.”
Sekreterê Partiya Komunîst a Iraqê herwesa amaje jî da, “Pirsgirêka mûçeyan bêyî çareseriyeke rastîn ji hikûmetekê bo hikûmeteke din tê veguhastin.”
Raîd Fehmî tekez jî kir, “Pirsgirêkên rastîn hene û divê bi rêya destûrê bên çareserkirin, da ku perdeya federalîzmê ji bo Iraqê vegere.”
Navbirî herwesa got, "Divê em wesa bifikirin ku pêşveçûna Kurdistanê pêşveçûna tevahiya Iraqê ye." Amaje jî da, “Hemî pirsgirêk dikarin bi baweriyeke temam bi federalîzmê bên çareserkirin.”