Li Baedrê Êzidiyan bi coş û kêfxweşî pêşwazî Tawusgêranê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Merasîma Tawusgêranê, ku yek ji kevneşopiyên kevnar ên Êzidiyan e û wek sembola aştî, hevduqebûlkirin, lêborîn û xêrê tê dîtin, îsal jî li gund û komelgehên Êzidiyan geriya. Qonaxa dawî ya vê gera pîroz li navçeya Baedrê bi şahî û merasîmeke taybet bi dawî hat, ku welatiyan bi germî pêşwazî li Tawusê kirin.

Bi hatina Tawusê re, gundiyên Baedrê, ji keç û xort, jin û mêr, bi germî û kêfxweşiyeke mezin derketin pêşwaziyê. Dengê def û zirneyê bilind bû û bixûr li pêşiya Tawusê dihat şewitandin. Gel bi hev re ber bi mala ku ji bo qonaxa Tawusê hatibû destnîşankirin ve çûn, li wir dîwan hatibû xemilandin û amadekariyên rêûresmê hatibûn kirin. Di vê rojê de, eger dilê hin kesan ji hev mabûya an kêşeyek di navbera wan de hebûya, li hev şad dibûn û ruhê lêborînê serwer dibû.

Rewşenbîrê Êzidî Şakir Xidir derbarê vê kevneşopiyê de ji K24ê re got: "Her sal Tawus li gundên Êzidiyan digere û qonaxa dawî ya wê Baedrê ye. Ji bo vê rojê xwarinên taybet tên amadekirin û her malbatek zadê xwe tîne. Em hemû bi hev re li dora sifreya Tawusê kom dibin û nanê xwe dixwin. Ev yek nîşana biratî û hevgirtinê ye. Her kes li gorî dilê xwe diyariyan pêşkêşî Tawusê dike da ku dilê wî û dilê kesên amade, bi taybetî malbatên şehîdan, xweş bike."

Rolê jin û keçan di vê merasîmê de gelekî girîng e û ew rengekî taybet didin merasîmê. Ew bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi amadekirina sifreyên xwarinê beşdar dibin. 

Nûrê Murad, kevaniyek ji beşdarên merasîmê anî ziman: "Em bi kêfxweşî tên pêşiya Tawusê û sifreyên xwe yên zadê tînin. Hemû gund kom dibe û em bi hev re şîva xwe dixwin. Kîjan kes daxwazek an hewcedariyek wî hebe, dikare beşdar bibe. Em dua dikin ku Tawus ji bo me bibe sedema xêr û xweşiyê."

Sonya Kerîm ku yek ji keçên beşdar e, hestên xwe wiha anîn ziman: "Hatina Tawusê bo navçeya me bûyereke gelekî xweş e. Em hêvî dikin ku her sal xêr û xweşî bikeve nav civaka me. Înşallah ev Tawus dê bibe sedema xêr û xweşiyê ji bo miletê me û Xwedê miletê Êzidî ji qeda û belayan biparêze."

Gêrana Tawusê her sal di werzê biharê de dest pê dike û li hemû navçeyên Êzidiyan digere, ku Baedrê wek qonaxa dawî tê hesibandin. Ev rêûresma pîroz ne tenê parçeyek ji kelepora Êzidiyan e, lê di heman demê de hîmeke girîng e ji bo xurtkirina peywendiyên civakî, ruhê lêborînê, biratî û hevkariyê di navbera endamên civaka Êzidî de.

 
Fly Erbil Advertisment