Şirovekerekî siyasî yê Iraqî: Nabe pirsgirêkên siyasî bibin sedema birîna mûçeyan
Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekarekê siyasî yê Iraqî radigehîne ku, hin alî ji bo berjewendiyên xwe dixwazin rengekî aloziyê di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de çê bikin.
Şirovekerê siyasî yê Iraqî Ebdula Kînanî îro (Yekşem, 8ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, "Divê em penayê ji bo destûrê bidin. Destûr behsa çi dike? Destûr çi dibêje? Destûr dibêje: Werin em qanûna petrol û gazê bi cîh bînin.”
Wî şirovekarî tekez jî kir, “Niha ku peymaneke petrolê di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin, divê hikûmeta Iraqê wê qebûl bike. Pirsgirêk wekî rûpeleke spî eşkere ne. Divê em li dijî welatiyên Kurd dernekevin."
Ebdula Kînanî herwesa got, "Dibe ku têkiliyên ku hene ji aliyê siyasî ve bi hikûmetê re xirab bin, lê divê ev yek bandorê li jiyana welatiyên Kurdistanê neke û mûçeyên wan neyên birîn, ji ber ku ew jî mîna her welatiyekî Bexda, Mîsan, Kerkûk û Rûmadiyê ne. Nabe wesa bê kirin ku ew welatî evîna xwe ji bo welatê xwe winda bikin û ji welatê xwe dûr bikevin.”
Navbirî amaje jî da, "Iraq welatek e ku hemî netewe tê de hene, Kurd, Sune, Şîe û Saîbî. Ez naxwazim li ser van hemiyan biaxivim, lê ew rastî ye; nabe mûçeyên welatiyan ji bo destkeftiyên siyasî bên birîn. Em dikarin diyalog û têgihîştinê bikin. Petrol bê hinardekirin, ev hemî dikarin bi awayekî siyasî bên çareserkirin, lê hin alî dixwazin di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de rengekî aloziyan hebe.”
Wî şirovekerê siyasî eşkere jî kir, "Em li dijî hemî aloziyên li Iraqê ne. Divê em yek welat bin û çavkaniyên xwezayî ji bo hemî Iraqiyan bin, ji Bexdayê heta Besrayê û ji Besrayê jî heta Zaxoyê."