Amerîka: 2 hezar çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê çalak in
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand, “Hejmara wan çekdarên DAIŞê yên ku hîn jî li Iraq û Sûriyeyê çalak in bi qasî 2 hezar kesan tê texmînkirin, herwesa hejmara girtiyan jî bi qasî 8 hezar kesan tê texmînkirin.”
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Michael Kurilla di konfranseke rojnamevanî de ragihand. "Tevî wan êrîşên li ser çekdarên DAIŞê tên kirin, metirsiya DAIŞê bi temamî bidawî nehatiye, ji ber ku li deverên cuda cuda yên Iraq û Sûriyeyê hîn jî şaneyên çalak mane." Amaje jî da, “Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bizavê dikin ku van şaneyên nivistî bişopînin.”
Michael Kurilla herwesa got, "Niha nêzîkî 8 hezar çekdarên DAIŞê di zindanan de ne, ku ji hêla hevparên me yên Kurd ve li Sûriyeyê tên birêvebirin, herwesa şiyanên dezgehan sînordar in û rûbirûyî pirsgirêkên ewlehiyê dibin.”
Ev çend sal in ku bidawîhatina DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê hatiye ragihandin lê çekdarên wê rêkxistinê hîn jî dikarin êrîş bikin, xasma jî li deverên sînorî yên biyabanî, bi rêya wergirtina feydeyî ji valahiyên ewlehiyê û zehmetiyên di kontrolkirina erdnîgariyê de li hin deveran.
Pêştir Fermandariya Navendî ya Amerîkayê hişyarî dabû ku bêyî çareseriyeke bingehîn, çi bi darizandinê, çi bi rêya çaksaziyê, çi jî vegerandina wan ji bo welatên wan, hiştina çekdarên DAIŞê di zindanan de metirsiya ji nû ve zindîbûna wan peyda dike.