Mihemed Hacî Mehmûd: Iraq Ji 2014ê ve gefan û zilmê li Kurdan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê ragihand, “Ji ber ku Iraq wê hemî zilmê li Kurdan dike, Kurdan maf heye ku av û elektrîkê li ser Iraqê qut bike û hilbijartinan jî boykot bike.”
Serokê Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd îro (Pêncşem, 12ê Hezîrana 2025ê) ji rojnamevanan re got, “Ji sala 2014ê ve, Iraq gefan û zilmê li Kurdan dike, budce û mûçeyên wan radiwestîne.”
Mihemed Hacî Mehmûd amaje jî da, “Li şûna êrîşên kîmyabaran û Enfalan, Iraq vê carê dixwaze bi awayekî din li Kurdan bixe.”
Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê tekez jî kir, “Kurdan maf heye ku av û elektrîkê li ser Iraqê qut bikin û hilbijartinan jî boykot bikin.”