Îsraîl: Eger Xamineyî mûşekan biavêje, em ê Tehranê bişewitînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê hişyariyeke tund da Tehranê û ragihand, eger Rêberê Îranê êrîşeke din a mûşekî pêk bîne, ew ê Tehranê bişewitînin. Ev gef piştî êrîşa bersivdayînê ya Îranê tê, ku di encamê de li Îsraîlê welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.

Encumena Asayîşê ya Îsraîlê îro 14ê Hezîranê bi serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu civiya, da ku zirarên mirovî û maddî yên êrîşa mûşekî ya şeva borî ya Îranê binirxînin.

Piştî civînê, Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yisrael Katz daxuyaniyeke tund da û gef li berpirsên Îranê xwar: "Ez hişyariyê didim Xamineyî (Rêberê Bilind ê Îranê); eger tu di avêtina mûşekan de ber bi navenda Îsraîlê ve berdewam bî, em ê Tehranê bişewitînin."

Bersiva Îranê û zirarên li Îsraîlê

Çend saet piştî operasyona berfireh a Îsraîlê ya roja Înê (13.06.2025) a bi navê "Şêrê Raperî", Supaya Pasdaran a Îranê di çarçoveya operasyona "Soza Rast 3" de, bi şeş pêlên mûşekî bersiv da û gelek deverên Îsraîlê, di nav de bajarê Tel Avîvê, kir armanc.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand, ji şeva borî heta berbangê, Îranê zêdetirî 200 mûşekên curbecur avêtine Îsraîlê û sîstemên wan ên berevaniyê karîne zêdetirî 150 ji wan li esman têk bibin. Edreî tekez kir ku ti zerareke cidî negihîştiye sîstema wan a berevaniya asmanî û ew ji bo her êrîşekê amade ne.

Lê belê, medyaya Îsraîlê radigihîne, her çend piraniya mûşek û dronên Îranê hatibin pûçkirin jî, hinek mûşekan li armancên xwe dane. Di encamê de, 3 welatiyên sivîl hatine kuştin û zêdetirî 100 kesên din jî birîndar bûne. Herwiha zirar gihîştiye hejmarek avahiyên niştecîbûnê.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment