Pizîşkiyan bo Sûdanî: Dibe ku êrîşên Îsraîlê welatên din jî yên Îslamî vegirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê) bi rêya telefonê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re axivî.
Li gorî ragihandina Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê, Sûdanî tekez li ser pabendbûna Iraqê bi rêgirtina li berfirehbûna şerê navbera Îran û Îsraîlê kir û bal kişand ser bizavên Iraqê ji hemî aliyan ve ji bo rêgirtina li binpêkirinên serwerî û asmanî yên welatê wî ji aliyê Îsraîlê ve.
Di wê ragehandinê de amaje jî hatiye dan ku, Sûdanî amadebûna Iraqê ji bo pêşkêşkirina her alîkariyekê ji bo Îranê diyar kir.
Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê ron jî kir ku, Serokkomarê Îranê spasiya Iraqê kir, ji bo helwestên wê yên redkirina kiryarên Îsraîlê, êrîşên wê yên dubare li ser welatên deverê û tawanên wê yên li dijî gelê Filistînê.
Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, Pizîşkiyan tekez li ser girîngiya wergirtina helwesteke Yekgirtî ya welatên Îslamî li dijî êrîşên Îsraîlê û binpêkirinên eşkere yên qanûnên navneteweyî kir û got, "Dibe ku ew êrîş welatên din jî yên Îslamî vegirin."
Vî şerî li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) dest pê kir, ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.