Netanyahu bang li xelkê Tehranê kir: Bajar vala bikin, em ê karê xwe bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gefên xwe li dijî Îranê tund kirin û ragihand, ew ê li hemû armancên leşkerî yên Îranê bidin. Ji aliyê din ve, Îranê diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de bi sedan sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, îro 16ê Hezîranê di konferanseke rojnamevanî de li baregeha asmanî ya Tel Nofê, rasterast bang li welatiyên Tehranê kir ku bajêr vala bikin, ji bo ew karibin "karê xwe bikin".

Netanyahu ku Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz jî li gel wî bû, got: "Em ji bo jinavbirina mûşekên balîstîk û projeya etomî ya Îranê kar dikin. Em ê hemû armancên Îranê bipêkin, berevajî êrîşên Îranê ku welatiyên sivîl dike armanc û jin û zarokan dikuje."

Serokwezîrê Îsraîlê herwiha pesnê pîlot û leşkerên xwe da û got, "Xelkê Îsraîlê rêzê li we digire û gelên cîhanê maçan ji we re dişînin. Hûn ê bi ser bikevin, heta serketinê berdewam bikin."

Wezîrê Berevaniyê: Me biryar da ku em vê pirsê yekalî bikin

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Israel Katz di heman konferansê de ji pîlotan re axivî û got: "Biryara şerê li gel Îranê ne hêsan bû, lê me tenê tiştek dizanî; ew jî ew bû ku em bi piştgiriya we vê pirsê yekalî bikin. Hûn dizanin çawa encaman bi dest bixin. Tiştê ku em niha li esmanê Tehranê dibînin, encam e. Hemû gelê Îsraîlê pişta xwe bi we girê dide."

Êrîş û ziyanên li Îranê

Artêşa Îsraîlê berbangê roja Înê ya borî (13ê Hezîrana 2025an) êrîşeke berfireh li dijî Îran û Rojhilatê Kurdistanê dabû destpêkirin. Di êrîşa yekem de, şeş zanyarên etomî û hejmarek fermandarên Supaya Pasdaran û Artêşa Îranê kiribûn armanc.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehrê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kirmanpûr ragihandiye ku piştî 65 saetan ji destpêka êrîşên Îsraîlê, 224 welatî hatine kuştin ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Kirmanpûr herwiha daye zanîn ku di encama van êrîşan de 1481 welatî jî birîndar bûne û ji wan 1277 kes hîn jî li nexweşxaneyan di bin çareseriyê de ne. Li gorî heman jêderê, %90ê birîndaran kesên sivîl in.

 
Fly Erbil Advertisment