Trump: Dibe ku ez Witkov an Vance ji bo danûstandinên bi Îranê re erkdar bikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, lûtkeya Koma G7ê ya li Kanadayê nîvco hişt û bi lez vegeriya Washingtonê, da ku serokatiya civîneke krîtîk a Encûmena Asayîşa Neteweyî bike. Trump ragihand, Îsraîl dê tundiya êrîşên xwe yên li ser Îranê kêm neke û egera erkdarkirina du navan ji bo danûstandinê bi Tehranê re anî ziman.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 17ê Hezîranê di dema vegera xwe ya ji Kanadayê bo Washingtonê de, ji malpera "CBS" a Amerîkî re axivî û got, "Pêwîst e ez li Koşka Spî bim, ne li Kanadayê, da ku ji nêz ve çavdêriya bûyeran bikim, ne bi rêya mobîlê."
Trump tekez kir, Îsraîl dê di êrîşên xwe de paşde gav navêje û got: "Îsraîlî dê tundiya êrîşên xwe yên li ser Îranê kêm nekin." Derbarê banga xwe ya ji bo valakirina Tehranê de, wî got, "Dema min daxwaza valakirina Tehranê kir, min ewlehiya xelkê dixwest, lewma min ew bang kir."
Trump herwiha destnîşan kir ku ti delîl û agahî negihîştine destê wan ku Koreya Bakur û Rûsya di vî şerî de alîkariya Îranê kiribin.
Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê jî kir, dibe ku ew Nûnerê xwe yê Taybet bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff, yan jî Cîgirê xwe J.D. Vance ji bo danûstandinên derbarê programa atomî ya Îranê de bi berpirsên Tehranê re erkdar bike û wiha axivî: "Îran pir nêzîk e ku bibe xwedî çekê atomî."
Li ser pirsa ka dê helwesta wan çi be eger Îran êrîşî baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn bike, Trump bi tundî bersiv da û got: "Îran jî pir baş dizane ku divê êrîşî serbazên me yên li herêmê neke."
Civîna Encûmena Asayîşa Neteweyî
Medyaya Amerîkî ragihand, sedema sereke ya vegera bilez a Trump, lidarxistina civîneke awarte ya Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê li Koşka Spî ye. Li gorî zanyariyan, di vê civînê de dê biryar li ser wê yekê were dayîn ka gelo Amerîka dê rasterast tevlî şerê di navbera Îran û Îsraîlê de bibe yan na.
Ev encûmen ji Wezîrê Berevaniyê, Wezîrê Derve, Rêveberê Îstixbarata Neteweyî û Şêwirmendê Bilind ê Asayîşa Neteweyî pêk tê û di warê biryarên girêdayî asayîş û siyaseta derve de şêwirmendiyê li serok dike.
Trump bersiva Macron dide: "Mijar gelekî ji agirbestê mezintir e"
Serokê Amerîkayê herwiha li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social", îdiayên Serokê Fransayê Emmanuel Macron red kirin û nivîsî: "Emmanuel Macronê ku hez ji xwe-derxistina pêş dike, şaşiyek kir dema ku got min civîna G7ê bicih hiştiye, da ku vegerim Washingtonê û ji bo agirbesta navbera Îsraîl û Îranê bixebitim. Bê guman wisa nîne."
Trump di dewama posta xwe de wiha nivîsand: "Ew (Macron) nizane ez çima vedigerim Washingtonê. Guman tê de nîne ku ti pêwendiya vê bi agirbestê re nîne. Mijar ji wê yekê gelekî mezintir e. Çi bi mebest be, çi ne bi mebest be, Emmanuel her tim şaşiyan dike."