Wezîrên derve yên welatên Erebî û Îslamî li ser pêşhatên deverê li Stenbolê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e wezîrên derve yên welatên Erebî di serê hefteya bê de li kêleka civîna welatên Rêxistina Harîkariyê ya Îslamî li Stenbolê bicivin, da ku li ser pêşhatên deverê gengeşeyan bikin.

Çavkaniyên dîplomatîk îro (Pêncşem, 19ê Hezîrana 2025ê) amaje da ku, zêdetirî 40 wezîrên derve yên welatên Rêxistina Harîkariyê ya Îslamî li rojên Şemî û Yekşemê li Stenbolê dicivin, da ku li ser pêşhatên deverê gengeşeyan bikin. Piştre civîneke awarte ya wezîrên derve yên welatên Erebî jî pêk tê.

Li gorî çavkaniyan, nêzîkî 1000 kesan tevlî civîna welatên Rêxistina Harîkariyê ya Îslamî dibin ku ji 57 welatan pêk tê, û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dê serokatiya wê civînê bike. Wan çavkaniyan amaje jî daye ku, biryar e Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî jî tevlî wê civînê bibe.

Pêştir Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên daxwaza civîneke awarte ya wezîrên derve yên welatên Erebî li Stenbolê kiribû. Li gorî ragihandina Wezareta Derve ya Iraqê, ew civîn ji bo hevahengiya helwesta welatên Erebî li beranberî pêşhatên deverê ye.

Wezareta Derve ya Iraqê ragihandibû ku, biryara lidarxistina wê civîna awarte piştî peywendiyeke telefonî di navbera Fuad Hisên û Wezîrê Derve yê Misirê Bedir Ebdulatî de hatiye dan.

 
Fly Erbil Advertisment