Hevdîtina şanda Dem Partiyê li gel Ocalan bidawî bû

Şanda Dem Partiyê sibe li gel Serokkomarê Tirkiyeyê dicive

Erşîv
Erşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevdîtina şanda Dem Partiyê li gel Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan bidawî bû û biryar e sibe li gel Serokkomarê Tirkiyeyê bicive.

Endamên Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ji bo Îmraliyê Perwîn Buldan, Mîthet Sancar û Ozgur Faîk Erol îro (Yekşem, 06ê Tîrmeha 2025ê) serdana Îmraliyê kir û li gel Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdula Ocalan hevdîtinek lidar xist.

Li gor zanyariyan, hevdîtina şanda DEM Partiyê li gel Ocal du seet û nîvan berdewam bûye û tê çaverêkirin li ser wê civînê daxuyaniyeke nivîskî jî bê belavkirin.

Tê pêşbînîkirin ku ev serdan girêdayî peyama Ocalan be ku biryar e di vê hefteyê de parve bike. Ev jî di demekê de ye ku biryar e di vê hefteyê de hejmareke çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di çarçoveya pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de di merasîmekê de bi amadebûna aliyên peywendîdar û li ber çavên medyayê çekên xwe danin.

Biryar e endamên şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê Perwîn Buldan û Mîthet Sancar sibe seet 3:00 ê piştî nîvroyê li gel Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan jî bicivin.

Dem Partî ragihand ku, beriya hevdîtinê, endamên şanda Îmraliyê li gel Hevserokên DEM Partiyê jî dê civînekê pêk bînin.

Tevî ku pêştir biryar bû Şanda Dem Partiyê piştî hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re serdana Ocalan bike, lê serdana Îmraliyê berî hevdîtina bi Erdogan re hat kirin bê ku sedema wê bê eşkerekirin.

Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ji bo Îmraliyê pêştir ji bo cara yekê li roja 28.12.2024ê serdana Îmraliyê kir. Piştî wê serdanê jî, wê şandê tenê di îsal de çar carên din li rojên 22.01.2025, 27.02.2025, 21.04.2025 û 18.05.2025ê serdana Ocalan kiriye.

 
Fly Erbil Advertisment