Mîran Bextyar: 91 hezar tonên genim li sayloya Hewlêrê hatine wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Sayloya Hewlêrê radigihîne, “Ji 122 hezar tonan, heta niha 91 hezar tonên genim ji cotkarên parêzgeha Hewlêrê hatine wergirtin.” Herwesa dibêje, “Genimê parêzgeha Hewlêrê ji 225 hezar tonan bo 122 hezar tonan hatiye kêmkirin.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye ku, genimê mayî ji cotkarên Herêma Kurdistanê werbigire, genimê cotkarên Gwêr û Dîbegeyê jî di wê çarçoveyê de ji hêla sayloya Hewlêrê ve bê wergirtin.
Biryar e îsal 122 hezar tonên genim ji cotkarên parêzgeha Hewlêrê bên wergirtin. Li gorî par, 50% kêm bûye. Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê jî rêjeya wergirtina genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ji 700 hezar tonan bo nêzîkî 400 hezar tonan kêm kiriye. Vê kêmkirinê jî ji cotkarên tevaya Kurdistanê girtiye, genimê ku li parêzgeha Hewlêrê hatiye wergirtin ji 225 hezar tonan bûye 122 ton. Heta niha jî, nêzîkî 91 hezar tonan ji cotkaran hatine wergirtin.
Rêveberê Sayloya Hewlêrê Mîran Bextyar ji Kurdistan24ê re got, “Ji 400 hezar tonên genimê tevaya Herêma Kurdistanê, 122 hezar tonên genimê parêzgeha Hewlêrê ji bo berbazarkirinê hatine diyarkirin.” Herwesa got, “Heta duhî 91 hezar tonên genim li sayloya Hewlêrê ji cotkaran hatine wergirtin û pêvajo berdewam e. Tevî ku ji 15ê Hezîranê ve dest bi vê pêvajoyê hatiye kirin, 31 ton jî mane ku bên wergirtin.”
Mîran Bextyar di derheqa wergirtina genimê Gwêr û Dîbegeyê de jî got, “Bi hevahengiya Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê, îro roja yekê ya berbazarkirina genimê cotkarên Gwêr û Dîbegeyê ye, ku rêjeya wî nêzîkî 27 hezar tonan e heke bi timbêlan bê pîvan. Ew genim dê bibe hezar û 198 barhilgir, lewma divê em wê hejmarê bi tevahî werbigirin.”
Navbirî di derheqa celebê genim de jî got, “Kalitiya genimê îsal tevî barana kêm jî ne xirab e, genimê nimre yek ji genimê nimre du zêdetir e.” Herwesa got: “Genimê bê jêbirîn û bê pirsgirêk bi 850 hezar dînaran tê firotin. Li gorî pişkinînên ezmûngehê jî, celebê genim tê diyarkirin û li ser wê bingehê bihayê genim tê danan.”
Rêveberê Sayloya Hewlêrê di derheqa genimê mayî de jî eşkere kir, “97 hezar tonên genimê par di sayloyan de mane, nekarîn sayloya Quştepeyê bixin nav berbazarkirinê ji ber ku ew pirî genim bû, lewma bi neçarî genim tenê ji sayloya Hewlêrê hatiye wergirtin.” Herwesa ragihand, “Tevî ku baran kêm bû jî, lê genimê îsal ji yê ku dihat pêşbînîkirin pir zêdetir e.”