Di şeş mehên borî de li Hewlêrê neh kes bi mînan mirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Di şeş mehên pêşîn ên vê salê de, Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Mînan li Hewlêrê nêzîkî hezar mînên dijekesî, du mînên dijetank û 22 hezar û 760 bermayîkên şerî pûç kirine, herwesa 399 hezar û 424 metrên ducarkî yên erdî jî ji mînan hatine paqijkirin.

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mînan li Hewlêrê Elî Ebdilrehman îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Di şeş mehên destpêkê yên vê salê de, li parêzgeha Hewlêrê pênc kes bi mînan hatine kuştin û çar kesên din jî birîndar bûne.”

Elî Ebdilrehman herwesa got, “Tevî vê yekê jî, xebata me ji bo pûçkirina mîn û teqemeniyan berdewam bûye, 962 mînên dijekesî, du mînên dijetank û 22 hezar û 760 bermayîkên şerî jî hatine pûçkirin.”

Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mînan li Hewlêrê herwesa got, “Bombeyeke çandî hat pûçkirin û çar zevî jî ji mînan hatin paqijkirin. Rûberê giştî yê erdê ku ji mînan hatiye paqijkirin 399 hezar û 424 metrên ducarkî ne.”

Navbirî amaje jî da ku, tîmên wan berdewam bi rêyên cuda cuda di nav xelkî de ne ji bo hişyarkirina wan, bi rengekî ku tîmên hişyarkirinê serdana 59 gundan kiriye û 4 hezar û 336 mêr, jin û zarokan feyde jê wergirtiye. Ji bilî belavkirina bi hezaran peyam û nameyên hişyarkirinê li ser xeteriyên mînan û nasînma cihên ku mîn û teqemenî lê hene.

Îsal li seranserî Herêma Kurdistanê heft kes bi teqîna mînan mirine.

 
Fly Erbil Advertisment