Dem Partî bo Kurdistan24ê: Înê merasîma çekdananê ya PKKê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Dem Partiyê ji Kurdistan24ê re ragihand, “Merasîma çekdananê ya PKKê dê li roja Înê li parêzgeha Silêmaniyê bê lidarxistin.”

Medyaya Tirkiyeyê zanyarên nû li ser civîna Şanda Dem Partiyê ya Îmraliyê û Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan parve kir ku tê de hatiye, “Civîna di navbera wan de berhemdar bû, pirs di çarçoveyeke berfireh de hatine nirxandin, û herwesa mijara herî girîng a wê civînê jî pêvajoya çekdananê û dema wê ya diyarkirî bû.”

Medyaya Tirkiyeyê herwesa ragihandiye, “Di çarçoveya wê civînê de behsa pêvajoya çawaniya çekdananê û pêşveçûna wê pêvajoyê jî hatiye kkirin.” Eşkere jî kir, “Mijareke din jî ya girîng damezrandina komîsyoneke parlementoyê li ser pêvajoya 'Tirkiyeya bêteror' bû.”

Li gorî medyaya Tirkiyê, Şanda Dem Partiyê ji Erdogan re gotiye ku, ew dixwazin komîsyon di zûtirîn dem de bê damezrandin. Herwesa wê şandê daxwaz ji Serokkomarê Tirkiyeyê kiriye ku, ji niha û pê de tenê Şanda Dem Partiyê serdana Ocalan neke, belkî êdî akademîst, nivîskar û serokên aliyên din jî bikarin biçin cem Ocalan.

Çavkaniyekê ji nav Dem Partiyê di derheqa çekdanana PKKê de ji Kurdistan24ê re ragihandiye ku, merasîma çekdananê ya komeke PKKê dê li roja Înê li devereke girêdayî parêzgeha Silêmaniyê bê lidarxistin.

Wê çavkaniyê herwesa got, “Şandeke partiya wan jî dê li roja Pêncşemê bigihîje Herêma Kurdistanê û li roja Înê dê tevlî merasîma çekdananê ya PKKê bibe. Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan jî dê beriya birêveçûna pêvajoya çekdananê ya PKKê peyameke nû belav bike.”

Li gorî zanyaran, ji ber rewşa ewlehiyê, ew merasîm dê li cih û demên xwe yên diyarkirî bê lidarxistin, lê bêyî amadebûna medyayê û weşana zindî ya çekandananê. Piştî temambûna wê merasîmê, çekdanana koma yekê ya PKKê dê li ser ekranekê li nêzîkî cihê merasîmê bê nîşandan.