Mesrûr Barzanî: Ez pêşwaziyê li pêvajoya aştiyê û gava yekem a çekdanîna PKKê dikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li destpêkirina proseyeke nû ya aştiyê û gava yekem a çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 11ê Tîrmehê li hejmara xwe ya tora civaakî “X” nivîsî: "Em pêşwaziyê li projesa aştiyê û yekem gava çekdanîna PKKê dikin." 

Serokwezîr herwiha hêviya xwe anî ziman ku hemû alî pabendî pêkanîna aştiyeke rasteqîn bibin û got: "Ez hêvîdar im ku serdemeke nû ya pêkvejiyan û aramiyê dest pê bike."

Ev daxuyanî piştî wê tê, di pêngava nû ya pêvajoya aştiyê de, îro li gundê Caseneyê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê, 30 çekdarên PKKê çekên xwe şewitandin. Hate ragihandin ku di nava van çekdaran de, çar fermandarên payebilind ên PKKê jî hene.

Ev pêşhat piştî kongreya 12emîn a PKKê tê, ku tê de biryarên girîng derbarê paşeroja rêxistinê û dawîanîna şerê çekdarî hatibûn wergirtin. Berpirsên Herêma Kurdistanê hertim piştevaniya xwe ji bo çareseriyên aştiyane anîne ziman û rola Serok Barzanî di van hewldanan de bi giring û bi bandor tê dîtin.