Ahmet Kaya: "Divê Kurd li Bakurê Kurdistanê beramber guhertinên deverê bibin yek

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Însan û Azadî (PİA) Ahmet Kaya derbarê "Proseya Aştiyê" û çekdanîna PKKê de axivî û da zanîn, ev pêvajo ji yên berê cudatir e û ji ber şert û mercên nû yên teknîkî û herêmî her du alî jî "neçarî" vê gava hanê bûne. Kaya tekez kir, heke Kurd bi hişmendî û yekrêzî tevbigerin, dê ev pêvajo encamên baş bi xwe re bîne.

"Ji navê wê zêdetir, naveroka wê giring e"

Ahmet Kaya di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku ji navê pêvajoyê girîngtir, naverok û encamên wê ne. Herwiha got, "Em dibêjin, ji navê wê zêdetir, naveroka wê giring e. Di naveroka vê pêvajoyê da çi heye, em li wê dinêrin. Kaya destnîşan kir ku divê li ser encamên ku ev pêvajo dê bi taybetî ji bo mafên Kurdan li Bakurê Kurdistanê bi xwe re bîne, nîqaş bên kirin.

"Ev pêvajo ji yên berê cudatir e"

Serokê PİA anî ziman, pêvajoya nû ji aliyê şert û mercan ve ji yên berê cuda ye û got: "Ev pêvajo ji pêvajoyên berê daha cuda ye. Cudahîya wê ya serdema mezin ev e: Tirkiye cara yekem e di nêzîkbûna vê meselê de, şert û mercên derve ji yên hundir zêdetir taybetî bûn."

Kaya sedema vê yekê bi geşedanên li Rojhilata Navîn û pêşketinên teknîkî ve girê da û got: "Şert û mercên dinyayê, şert û mercên teknîkî, tekoşîna çekdarî anîbû astekî ku êdî ne pêkan bû. Lewra teknîka ku çêbû, ji bo tekoşîna gerîla rê û rêbaz nehiştibû. Ji ber wê jî, çawa ku dewleta Tirk ji vê yekê re mecbûr bû, ji aliyê din ve PKK jî neçarî vê gavê bû."

"Divê Kurd li Bakurê Kurdistanê bibin yek"

Ahmet Kaya li ser paşerojê jî rawestiya û tekezî li ser yekîtiya Kurdan kir û got: "Avantaja me ya herî mezin ew e ku doza me dozeke mafdar e. Divê em ji ezmûnên xwe yên 200 salî dersan derxin. Em xwe jî, dijminên xwe jî, hêz û qelsiya xwe jî baş nas bikin."

Di dawiyê de Kaya got: "Divê em bi hişmendî û aqilmendiyeke siyasî, bi yekîtiyeke xurt û bi helwesteke ku karibe encaman bi dest bixe, li hember dijminên xwe tevbigerin. Ji bo ku tekoşîn li ser qada siyaset û demokrasiyê bimeşe, divê em li ser ezmûnên xwe yên berê siyaseteke nû ava bikin. Divê Kurd li Bakurê Kurdistanê beramber guhertinên li deverê bibin yek."

 
Fly Erbil Advertisment