Taşçier: Piştî gava PKK'ê, divê dewlet jî gavên fermî û hiqûqî biavêje

Diyarbekir (K24) – Siyasetmedar û Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier, piştî gava sembolîk a PKKê ya li Silêmaniyê, pêvajoya çareseriyê û gavên ku divê werin avêtin nirxand. Taşçier bal kişand ser girîngiya diyalogê û got, pirsa Kurd ku sed sal in berdewam e, tenê bi zimanekî aştiyane dikare bê çareserkirin.

"Divê rêya diyalog û aştiyê bê vekirin"

Taşçier ji K24ê re da zanîn, divê her du alî jî rê li ber diyalogê vekin û wiha got: “Pêwîst e ku hem îqtîdar, wek AK Partî, MHP, dewlet û hem jî Kurd, bi zimanekî aştiyane hewl bidin rêyekê bibînin. Yanî rêya ku giftûgozê, rêya ku ev pirsgirêk çawa çareser bibe. Divê ji bo vê yekê rê bê vekirin.”

Pêşniyaza komîsyona di parlamentoyê de

Taşçier diyar kir, ji bo çareseriyeke mayînde divê parlamento bikeve dewrê û pêşniyaza avakirina komîsyonê kir: "Wek ku Serokomar Erdogan û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş jî berê anîbûn ziman, divê komîsyoneke taybet di parlamentoyê de bê avakirin. Parlamento cihê çêkirina qanûnan e. Divê ev komîsyon li ser pirsa Kurd bixebite, gavên demokratîk biavêje û astengiyên di qanûnên Tirkiyeyê de ji holê rake."

"Pêwîstî bi îradeyeke siyasî ya xurt heye"

Parlementerê berê yê HDPê tekezî li ser girîngiya îradeya siyasî kir û got: “Ev îradeyeke siyasî ye. Divê dewleta Tirk îradeyeke siyasî ya xurt nîşan bide. Ji bo ku pêşeroj neyê xerakirin, divê gavên fermî, zelal û hiqûqî bên avêtin. Daxwaza me wek Kurd jî ev e.”

"Heta ku Kurd xwe bi xwe îdare nekin, çareserî nabe"

Îmam Taşçier di dawiya axaftina xwe de çarçoveya çareseriyeke rasteqîn xêz kir û got: “Divê di qanûn û zagona Tirkiyeyê de guhertin bên çêkirin. Heta ku Kurd li ser axa xwe bibin xwedî desthilat, xwe bi xwe îdare nekin, xwedî nasnameya xwe, zimanê xwe û dibistanên xwe nebin, pirsa Kurd bi rastî çareser nabe. Heta ev nebin, ev pirsgirêk dê berdewam bike.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment