Serok Barzanî sersaxî li Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya bavê Rêveberê Giştî yê Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî, di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li malbata wî kir.

Husên Ehmed Zawîteyî, bavê Ehmed Zawîteyî, îro Şemiyê 12ê Tîrmehê ji ber nexweşiyê koça dawî kiribû.

Her îro jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî de, sersaxî û hevxemiya xwe anîbû ziman û hêvî xwast ku Xwedayê mezin giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbata wan.

Ji aliyê xwe ve, Ehmed Zawîteyî li ser navê malbata xwe, ji bo peywendî û hevxemiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanîna xwe nîşan da.

 
Fly Erbil Advertisment