Sûdanî ji Erdogan re: Pêvajoya Aştiyê dê bandoreke erênî li herêmê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di peywendiyeke telefonî de pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, têkiliyên dualî û rewşa Xezzeyê nirxandin. 

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrtiya Iraqê ve hatiye belavkirin, Sûdanî û Erdogan têkiliyên dualî, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û hewlên ji bo dawîanîna li êrîşên berdewam ên Îsraîlê yên li ser Xezze û Libnanê gotûbêj kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokwezîr Sûdanî ji ber rêkeftina aştiyê ya di navbera Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de pîrozbahî li Serokkomar Erdogan kiriye. Sûdanî tekez kir ku ev pêvajo dê bandoreke erênî li ser herêmê bike û bibe sedema pêşxistina aramî û geşepêdanê.

Her du aliyan her wiha behsa pêşhatên dawî yên li herêmê û girîngiya hevkariyê ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Kerta Xezzeyê û Libnanê kirin. Di heman demê de, bal kişandin ser pêwîstiya gihandina alîkariyên bilez ji bo xelkê Xezeyê.

Di dawiya pêwendiyê de, Sûdanî û Erdogan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê rê li ber berfirehbûna aloziyan bê girtin û pirsgirêk di çarçoveya diyalog, yasa û peymanên navneteweyî de werin çareserkirin.

Destpêka Pêvajoya Aştiyê

Roja Înê, 11ê Tîrmeha 2025an, wek nîşana niyetpakiyê ji bo pêvajoya aştiyê, komek ji 30 endamên PKKê li Şikefta Caseneyê ya li devera Sûrdaş a li parêzgeha Silêmaniyê, çekên xwe danîn û şewitandin.

Li hember vê pêngavê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihandibû ku "di dîroka Tirkiyeyê de rûpeleke nû vebû" û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştgirî daye serxistina pêvajoya aştiyê.

 
Fly Erbil Advertisment