Cotkarên Rojavayê Kurdistanê: Em di bin barê giran de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundewarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, cotkar û gundî ji ber zehmetiyên aborî û nebûna piştgiriyê, di rewşeke gelekî dijwar de ne. Buhabûna mazot û zibilê, kêmbûna piştgiriya Rêveberiya Xweser û bihayê kêm ê berhemên wan, bûne sedem ku cotkar hem erdên xwe yên çandiniyê û hem jî corên sebzeyên xwe kêm bikin.

Cotkarên li gundê Memerliyê yê ser bi Amûdê, di çandina sebzeyên havînê de bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin û gazinan ji rewşa xwe ya aborî dikin.

Li gorî cotkaran, ji ber bihabûnê û kêmbûna derfetan, wan corên sebzeyên ku diçînin ji nîvî zêdetir kêm kirine û rûbera erdên xwe yên çandiniyê jî bi rêjeya sêyeka yekê (1/3) biçûk kirine. Bazarên wan jî tenê bi bajarên Amûdê û Qamişlo sînordar in.

Cotkarê bi navê Îbrahîm Sofî rewşê wiha tîne ziman: "Zehmetiyên me gelek in, di serî de peydakirina mazot û zibil. Ji ber van zehmetiyan, me neçar ma ku rêjeya erdên xwe yên çandiniyê ji sêyan yek kêm bikin."

Karker jî di rewşeke dijwar de ne

Rewş ji bo karkerên ku di van erdan de dixebitin jî ne cuda ye. Karkerên ku ji bo debara malbatên xwe dixebitin, ji ber kêmbûna mûçeyên xwe gazinan dikin û dibêjin ku pereyê distînin têra mesrefên wan nake, ji ber ku her tişt li gorî dolarî tê hesabkirin.

Dayika Rizgar, yek ji karkeran, çîroka xwe ya dijwar wiha dibêje: "Ji ber rewşa aborî ya xirab, ez û keçên min rojê 7-8 saetan dixebitin. Tevî ku min neştergeriyek li lingê xwe kiriye û pêwîst e ez li malê bim, ez neçar im bixebitim."

Herwiha karkerê bi navê Ehmed Şêxo jî diyar dike ku malbata wî ji deh kesan pêk tê û ew rojê tenê 30 hezar Lîreyê Sûrî (nêzîkî 3 dolaran) qezenc dike. Şêxo bi gazin dipirse: "Gelo ev pere çawa dikare mesrefên malbata min dabîn bike?"

Çandina sebzeyên havînê li Rojavayê Kurdistanê, hem di dabînkirina xwarinê ji bo xelkê herêmê de, hem jî di piştgiriya aboriya gundan de roleke girîng dilîze. Ev herêm bi keşûhewayê xwe yê nîv-hişk tê naskirin û ji bo çandiniyê, ji bilî bîran, bi taybetî pêdiviya wê bi çavkaniyên avdanê yên wekî çemên Dîcle û Feratê heye. Lê guherînên keşûhewayê, kêmbûna avê û nebûna piştgiriyê ji aliyê desthilatdaran ve bûne sedem ku çandiniya sebzeyan li Rojava bipaş bikeve.