Ayşegul Dogan: Li Parlamentoya Tirkiyê nahêlin em bi Kurdî baxivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, di hevpeyvîneke taybet de ligel Kurdistan24 ragihand, li Parlamentoya Tirkiyê rê li ber axaftina bi zimanê Kurdî tê girtin û dema ew bi Kurdî diaxivin, mîkrofonên wan tên girtin. Dogan herwiha tekez kir ku pirsa Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê bi hev ve girêdayî ne û Kurdan ji bo pejirandina hebûna xwe qurbaniyên mezin dane.

Derbarê bikaranîna zimanê Kurdî li Parlamentoya Tirkiyê, Dogan diyar kir ku ew nikarin li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bi Kurdî biaxivin û got: “Dema em diaxivin, mîkrofonê digirin. Zimanê me weke ‘zimanekî nayê zanîn’ derbas dibe. Lewma em nikarin li parlamentoyê bi Kurdî biaxivin.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser qurbaniyên ku Kurdan ji bo pejirandina hebûna xwe dane û mînaka Vedat Aydin anî ziman ku piştî axaftina bi Kurdî hat şehîdkirin. Dogan got: “Kurdan ji bo pejirandina hebûna xwe qurbaniyên mezin dane. Em nikarin van tiştan ji bîr bikin.”

Li ser çareseriya pirsa Kurd û pêvajoya aştiyê, Berdevka DEM Partiyê tekez kir ku ew daxwaza welatîbûna wekhev li Tirkiyê dikin û ev yek ne lutf û bexşandinek e, belkû mafekî rewa ye. Dogan got: “Pirsa Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê girêdayî hev in. Aşitî bê demokrasî nabe, demokrasî jî bê aşitî nabe.”

Ayşegul Dogan amaje bi girîngiya yekrêziya Kurdan jî kir û got: “Cudabûna hizrên partiyan nabe asteng li pêşiya hevgirtina Kurdan. Tiştekî normal e ku di nav tevgera Kurd de jî hizrên cuda hebin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ew ji serketina pêvajoya aştiyê bibawer in û got, “Proseya çekdanîna PKK’ê gaveke girîng bû û mînaka şewitandina çekan peyameke bihêz bû ku divê hişmendiya xweparastina biçekan bê guhertin û li cihê wê, PKK daxwaza diyalogê dike.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment