Iraq û Herêma Kurdistanê hawerdekarên herî mezin ê Tirkiyeyê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî daneyên Wezareta Bazirganiyê û Encûmena Hinardekarên Tirkiyeyê, hinardeya vî welatî bo Iraq û Herêma Kurdistanê di nîvê yekem a sala 2025an de gehişte pênc milyar dolaran.
Daneyên ku hatine belavkirin nîşan didin, bi giştî hinardeya Tirkiyeyê bo welatên xwe yên cîran di şeş mehên yekem ên sala 2025an de, li gorî heman dema sala borî, bi rêjeya %4.8 zêde bûye û gehiştiye 13 milyar û 293 milyon dolarî. Di heman dema sala borî de ev reqem 12 milyar û 679 milyon dolar bû.
Di rêzbendiya welatan de, di nava şeş mehên yekem ên sala 2025an de Iraq û Herêma Kurdistanê bi 5 milyar dolarî di pileya yekem de cih girtin.
Li dû wan, welatên din ên cîran wiha hatin rêzkirin:
Bulgarya: 2 milyar û 200 milyon dolar
Yûnan: 1 milyar û 800 milyon dolar
Gurcistan: 1 milyar û 700 milyon dolar