Polîtburoyên PDK û YNKê bi amadebûna Serok Barzanî û Bafil Talebanî dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji Kurdistan24ê got, sibe 14ê Tîrmehê, dê civîneke navbera polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de birêve biçe.

Wî jêderî diyar kir, civîn dê li Pîrmamê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokê YNKê Bafil Talebanî were lidarxistin.

Wî jêderî da zanîn jî, naveroka civînê dê çend mijarên girîng û çarenivîsî li xwe bigire, di nav de:

- Gihîştina helwesteke hevpar a aliyên Kurdistanî li Bexdayê.

- Gotûbêjkirina pirsa avakirina kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

- Çareserkirina pirsgirêka mûçeyan.

- Destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê, Fazil Mîranî, agahiya civînê piştrast kir û tekez kir, sibe bi amadebûna Serok Barzanî dê civîneke girîng were lidarxistin.

 
Fly Erbil Advertisment