Îmad Ehmed: YNK û PDKê li hev kir ku li hember Bexdayê bi yek siyasetê tevbigerin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Îmad Ehmed ragihand, civîna wan a ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) gelek baş derbas bûye û biryar dane ku bi hev re û bi yek siyasetê li hember Bexdayê tevbigerin.
Îmad Ehmed ku di heman demê de endamê şanda YNKê bû, îro 14ê Tîrmeha ji bo civîna ligel PDKê, ji peyamnêrê K24ê re got: "PDK û YNKê civîneke gelek baş lidar xist û em li ser piraniya mijarên girêdayî mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn."
Îmad Ehmed destnîşan kir jî, di civînê de biryar hatiye dayîn ku ligel PDKê "bi yek siyasetê li hember Bexdayê tevbigerin û bibin xwedî yek biryar û yek helwest."
Her wiha da zanîn, wan biryar daye, eger şandên PDK û YNKê bi awayekî cuda jî serdana Bexdayê bikin, dîsa jî dê herdu alî xwedî yek siyaset û yek nêrînê bin, ku ew jî parastina berjewendiyên Herêma Kurdistanê ye.
Endamê şanda YNKê tekezî li ser wê yekê jî kir, di civînê de piraniya demê ji bo gotûbêjkirina mûçeyê xelkê Herêma Kurdistanê û mafên wan ên darayî hatiye terxankirin.