Pirtûkxaneya Îsmaîl Beşîkçî tê dijîtalîzekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeka Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê, bi armanca dijîtalîzekirina arşîva Kurdî serdana Weqfa Îsmaîl Beşîkçî kir û digel berpirsên weqfê protokolek hate îmzekirin. Li gor protokolê dê bi piştgiriya Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê nêzikê 20 hezar pirtûk, sê hezar kovar û rojname û du hezar nameyên ku bo Îsmaîl Beşîkçî hatine şandin werin dijîtalîzekirin
Pirtûkxaneya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, bi piştgiriya Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê tê dijîtalîzekirin. Bo vê armancê şandeka Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê serdana weqfê kir û digel berpirsên weqfê protokolek hate îmzekirin.
Rêveberê Cîbecîkar ê Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê dibêje, wan xwestine bo yekemîn car dervayî Herêma Kurdistanê şaxeke din a dijîtalîzekirina arşîvên di derheqê Kurdan de vekin û ji bo vê xebatê jî Pirtûkxaneya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî wekî baştirîn cih destnîşan kirine. Ew dixwazin ne tenê arşîvên li bakurê Kurdistanê, yên li hemû parçeyên Kurdistanê dijîtalîze bikin.
Rêveberê Cîbecîkar ê Navenda Çand û Hunerê ya Kurdistanê Mihemed Fatîh ji K24ê re got: "Gelek girîng e ku takekesê Kurd li herêma xwe firehtir bifikire. Navenda Kurdistanê bo Huner û Çand, ku yek ji karên wê karê arşîvê ye, pir dixwaze ku ev arşîv ji aliyê pirrengiyê ve nûnertiya hemû Kurdistanê bike. Em dizanin ku hemû Kurdistan li Başûr nîne. Em dizanin kesên ku bi Soranî diaxivin li gorî yên Kurmancîaxêv rêjeyeke kêmtir in. Ji ber vê yekê, ji bo me gelek girîng e ku di arşîva me de rengvedana hemû rengên cuda yên Kurdistanê, bi hemû zaraveyên cuda yên Kurdî re hebe. Me xwest ku arşîva Kurdî bikin yek di nava vê arşîva dîjîtal de."
Serokê Weqfa Îsmaîkçî jî di wê baweriyê de ye ku, aqlê dewletan bi arşîvan çêdibe û pêwîstiyeke stratejîk e ku Kurd arşîva xwe biparêzin. Piştî ku arşîv hatin dijîtalîzekirin dê bo xelkî jî were parvekirin daku hişmendiya netewî û dîrokî li cem nifşên Kurdan bihêz bibe.
Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gûrbûz dibêje: "Aqilê dewletê arşîvan vedişêre, xebatên akademîk vedişêre, em vî karî dikin. Eger em vî karî dewlemend bikin, dê bibe arşîveke neteweyî ya Kurd. Çimkî gelek arşîv hene; arşîva her kesî heye lê arşîva neteweya Kurd tune ye. Ev xebat, ev îmzekirina protokolê, ez bawer dikim dê bibe bingeha arşîva neteweya Kurd. Li vir, li Kurdistana Bakur, li weqfa me, li derve, çi bikeve destê me, em ê dîjîtalîze bikin û em ê vana parve bikin."
Dê bi vê xebatê, nêzikê 20 hezar pirtûk, sê hezar kovar û rojname û du hezar nameyên ku bo Îsmaîl Beşîkçî hatine şandin werin dijîtalîzekirin.