Berdevkê APIKUR'ê: Pêwîst e hikûmeta Iraqê kompaniyan biparêze

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê (APIKUR), Myles Caggins, ragihand ku endamên APIKUR'ê bi tundî êrişên bi dronan ên li ser binesaziya Herêma Kurdistanê şermezar dikin û tekez kir ku parastina kompaniyan erkê Hikûmeta Federal a Iraqê ye.

Myles Caggins îro 15ê Tîrmehê di dema beşdarbûna xwe ya di bernameya "Basi Roj" a Kurdistan24 de, got: "Em li benda lêkolînên Hikûmeta Iraqê ne derbarê êrişan de. Kompanî di her şert û mercî de li ser karê xwe berdewam bûne û pêwîst e ku awayê wergirtina mafên me yên darayî zelal bibe."

Caggins da zanîn, ew li bendê ne di çend hefteyên bê de hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike û got: "Pêwîst e bi nivîskî piştrastî ji me re bê dayîn. Em bang li hemû aliyan dikin ku pirsgirêkê çareser bikin."

Berdevkê APIKUR'ê herwiha diyar kir, komeleya wan xala 12'an a yasaya budceya Iraqê qebûl dike û da zanîn ku ger rêkeftin were kirin, di nava çend rojan de ew dikarin dest bi hinardekirina petrolê bikin.

Myles Caggins got jî: "Nîşaneyên ji bo çareserkirina pirsgirêkan erênî ne. Me di civînên xwe yên ligel Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê de ragihandiye ku em ji bo hinardekirinê amade ne, lê li gorî mercên ku me hene. Em niha bi Hikûmeta Iraqê re di nava gotûbêjan de ne."

 
Fly Erbil Advertisment