Wezareta Samanên Siruştî êrîşên li ser kêlgehên petrolê bi tundî şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşên bi droneyan ên li ser sê zeviyên petrolê li parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi tundî şermezar kir, ew êrîş bi "terorîstî" bi nav kir û diyar kir ku ziyaneke mezin gihîştiye binesaziya kêlgehan.
Êrîşên li ser zeviyên petrolê
Dijeterora Kurdistanê ragihand, îro 16ê Tîrmehê li sînorê parêzgeha Dihok û îdareya serbixwe ya Zaxoyê, bi çend dronên bombekirî êrîş li ser sê kêlgehên petrolê hatine kirin.
Êrîş bi vî rengî pêk hatine:
- Saet 06:00 û 06:15: Bi du dronên bombekirî êrîş li ser kêlgeha petrolê ya Kompanyaya DNOyê ya li Pêşxabûrê hatiye kirin.
- Saet 07:00: Bi droneke din a bombekirî, êrîş li ser kêlgeha petrolê ya DNOyê ya li Tawkeyê pêk hatiye.
- Saet 07:14: Bi droneke bombekirî, kêlgeha petrolê ya Eyn Sifnî (ku ji aliyê Kompanyaya Amerîkî Hand Oil ve tê birêvebirin) li devera Şêxan hatiye armanckirin.
Wezareta Samanên Siruştî: Êrîş terorîstî ne
Wezareta Samanên Siruştî îro di daxuyaniyekê de, ev êrîş bi “teroristî” bi nav kir û bi tundî şermezar kirin û ragihand: "Her çend êrîşan ziyanên canî nebûne, lê ziyaneke zêde gihîştiye binesaziya kêlgehan."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku armanca van êrîşan "lêdana li binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê û çêkirina metirsiyê li ser jiyana karmendên sivîl ên sektora enerjiyê ye."
Wezaretê herwiha bang li hikûmeta federal a Iraqê û civaka navdewletî kir ku "bi zûtirîn dem bikevin ser xetê ji bo parastina jiyana karmendan, ewlehiya enerjiyê û rêgirtina li êrîşên din."
DNO berhemanînê bi awayekî demkî radiwestîne
Li ser vê yekê, Kompanyaya Norwêcî DNO, ku kêlgehên Tawke û Pêşxabûrê birêve dibe, di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber êrîşan, wan berhemanîna petrolê li her du kêlgehan bi awayekî demkî rawestandiye.
Li gorî DNO, yek ji teqînan li depoyeke biçûk a petrolê ya li kêlgeha Tawkeyê û ya din jî li navendeke berhemanînê ya li Pêşxabûrê qewimiye.
Kompanyayê piştrast kir, ti ziyanek negihîştiye karmendên wan û da zanîn: "Niha em li ser lêkolînan dixebitin û piştî texmînkirina ziyanan, em ê ji nû ve dest bi berhemanînê bikin."