Hewramanî: Hewlêr û Bexda li ser dahatên petrolê û yên nepetrolî gihîştine rêkeftineke destpêkê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê gihîştin rêkeftineke destpêkê derbarê dahatên petrolê û yên nepetrolî de. Li gorî rêkeftinê, ku îro ji aliyê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ve hat pejirandin, dê hikûmeta federal wek gaveke yekem mûçeyên çend mehên borî yên fermanberan bişîne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Pêşewa Hewramanî, îro 16ê Tîrmeha 2025an, ji Kurdistan24ê re ragihand, her du hikûmetan li ser dahatên petrolê û yên nepetrolî rêkeftineke destpêkê kirine.

Hewramanî da zanîn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev rêkeftin pêşkêşî civîna îro ya Encûmena Wezîran kiriye û piştî gotûbêjkirinê, Encûmenê jî ew pejirandiye.

Pêşewa Hewramanî herwiha got: "Ev rêkeftin derbarê dahatên petrolê û yên nepetrolî de ye û wek gaveke destpêkê, hikûmeta federal dê mûçeyên çend mehên borî yên fermanberên Herêma Kurdistanê bide." Herwiha tekez kir ku "ev rêkeftineke destpêkê ye û piştî vê, her du hikûmet dê ji bo rêkeftineke berfirehtir bikevin nava danûstandinan."

Encûmena Wezîran êrîşên li ser kêlgehên petrolê şermezar kirin

Di heman civînê de, ku bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî birêve çû, Encûmena Wezîran bi tundî êrîşên terorîstî yên vê dawiyê yên li ser kêlgehên petrolê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca van êrîşan "lêdana li binesaziya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê ye."

Encûmenê bang li hikûmeta federal kir ku erka xwe ya ji bo rawestandina van êrîşan bi cih bîne û rêkarên yasayî li hember têkderan bigire.

Ev rêkeftin di demekê de tê ku ev çend roj in bi dronan êrîş li ser kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê tên kirin û zêdetirî 75 rojan e ku hikûmeta Iraqê bi hincetên cuda şandina mûçeyên fermanberan rawestandiye.

 
Fly Erbil Advertisment